​​​​​​​Rojeva Navenda Nûçeyan a 22-10-2020`an

-Şopandina bûyerên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Şopandina çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Sîxurên MÎT’a Tirk li xwe mukir hatin ku wan plana suîqastê li dijî siyasetmedarên Kurd ên Rojava Salih Muslim û Aldar Xelîl kiriye. Plana suîqastê, bi mukirhatina sîxurên ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatine girtin, aşkera bû.(BI WÊNE)  

HEVPEYVÎN

-Ekrem Hiso panelên ku MSD`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dixe, nirxandin û destnîşan kir ku guhdarkirina nêrînan tenê ne bes e û piştrast kir ku nêrînên ku hatine pêşniyarkirin divê bi awayekî pratîkî di kar û xebatên Rêveberiya Xweser de pêk bên.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Nûnera Kongreya Star a Başûrê Kurdistanê Îman Şiwêş, destnîşan kir ku lihevkirina ku her du hikumetên Bexda û Hewlêrê îmze kiriye, vîna gelê Êzidî û jina Êzidî ya ku xwe û gelê xwe rizgar kir û ol û çanda xwe parast dike hedef..(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê serdana Kampa Serêkaniyê bike da ku rewşa koçberan nas bike; saet 9:30`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

-Êzidiyên navçeya Dirbêsiyê diyar kir ku peymana li dijî Şengalê ya di navbera hikumetên Bexda û herêma Kurdistanê de komployeke nû ye, her wiha da zanîn ku divê civaka Êzidî çarenûsa xwe bi xwe diyar bike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dema destpêkirina turnuvaya futbolê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Teqez em ê bi serkevin” û bi tevlêbûna 14 tîman diyar kir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Êdî mirovên li derveyî gund nikarin Kurd û Suryanan ji hev derxe, ji ber em bi hev re di kêf û xemgîniyê de dijîn", bi van gotinan Kurd û Suryan hevgirtina xwe ya civakî ya li gundên navçeya Tirbespiyê wesif dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Herikîna ava çem û kaniyên herêmê ji nû ve bedewbûna jiyanê li gundên herêma Cereh a bakurê navçeya Tirbespiyê vejand. Ji ber bi salane ziwabûn li herêmê heye. Ew jî ji ber kêmbarîna baranê û sûcên dewleta Tirk ên qutkirina avê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komîteya Xizmetguzariyan a Meclisa Gel a Baxozê bi hevkariya bi Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê de dest bi jinûve sererastkirina stasyona ava Baxozê kir. Her wiha dê stasyon 25 rojên dîtir bikeve xizmetê.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA