"Li ber xwe bidin"... nameya nû ya dewleta Tirk ji çeteyên li Idlibê re

Bi gotina "Li ber xwe bidin" êdî nameya dewleta Tirk ji komên çete yên girêdayî wê li Idlibê û bejahiyên Helebê, eşkere bû ku dewleta Tirk şewqa kesk daye Rûsyayê da ku êrişên leşkerî li herêmê ku ji hêla çeteyan ve hatine dagirkirin, pêk bîne.

Li gorî torên çapemeniya nêzî çeteyan, şandeyek ji istîxbarata dewleta Tirk bi fermandarên çeteyan re li Enqereyê civiya û careke dîtir dewleta Tirk ji wan daxwaza li hember êrişên hêzên rejîmê yên bi piştevaniya balafirên Rûsyayê "li ber xwe bidin" kir.

Naveroka nameya dewleta Tirk ji fermandarên çeteyan re ya "Li ber xwe bidin" destnîşan dike ku dewleta Tirk piştevaniya wan di van êrişan de nake û bi aliyên Rûsya û rejîma Sûriyê ya êrişkirina leşkerî ya mezin a li dijî bejahiyên Idlib, Hema û Helebê, girtiye.

Li gorî torên çapemeniyê yên girêdayî çeteyan der barê hevdîtina ku duh (23’yê Çileyê) çêbûye, tê de tevahî fermandarên çeteyan ên bi navê Artêşa El-Wetenî û Cebbet El-Weteniyê amade bûn û serokê istîxbarata dewleta Tirk Hakan Fîdan civîn bi rê ve bir.

Tevî ku çeteyan lidarxistina civînê ragihand, lê çapemeniya dewleta Tirk hê jî fermî heta vê kêliyê ew civîn ranegihandiye.

Hin çavkaniyên dîtir jî wiha gotin: "Şandeya dewleta Tirk piştrast kir ku Rûsya li gorî peymanên agirbestê yên bi Tirkiyê re li Idlibê û bejahiyên wê tev negerî û dewleta Tirkiyê ji çeteyan xwest ku li hember van êrişan li ber xwe bidin."

Rûsya û dewleta Tirk li ser agirbestê û êrişên bejahî û asîmanî yên li herêma bêçek ya li Idlibê li hev kir û 12’ê Çileyê ragihand. Lê belê bombebaran û êrişên li dijî gund, bajar û bajarokên li bajahiyên başûrê Idlibê berdewam in.

Hêzên Rûsyayê bi hevkariya bi rejîma Sûriyê re bi piştevaniya balafiran derbe li dijî bejahiyên rojavayê Helebê pêk anîn da ku serweriyê li ser tevahî rêya M4 bikin. Her wiha rejîma Sûriyê hewl dide serweriyê li herêma di navbera rojhilatê rêya navneteweyî M5 û Şam û Helebê de bike.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di hevpeyvîna bi kanala CNN-Tirk re piştrast kir ku çareseriyên siyasî bi bin ketin û divê komên çete xwe li hember van êrişên ku rejîm û Rûsya li dijî herêmên dagirkirî bi kar tînin, biparêzin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din