Karayilan têkiliyên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê re nirxand: Xizmetê ji kurdan re nake

Karayilan: Têkiliyên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê re, hevkariyên îstîxbaratî û hwd. xizmetê ji gelê Kurd re nakin. Ya rast xizmetê ji PDK'ê re jî nake.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV bû ku wê sibe êvarê bê weşandin û bûyerên dawî yên li Başûrê Kurdistanê nirxand.

Karayilan got, "Têkiliyên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê re, hevkariya îstîxbaratî û hwd. xizmetê ji gelê Kurd re nakin. Ya rast xizmetê ji PDK'ê re jî nakin" û liv û tevgera PDK'ê ya li Heftanînê, Metîna, Garê û Behdînanê nirxand.

Karayilan diyar kir ku hêzên PDK'ê ketine nava liv û tevgerê, ketine pozîsyona şer û got, "Yanî eger çavdêriyeke me ya cidî û agahiyên me yên cidî nebûna, me bi vî rengî nedigot, ji ber ku em her tim xweşbîn in. Lê belê em niha lê dinerin; bi rastî jî amadekariyek heye. Bi vê amadekariyê re çi dixwazin bikin. Mesela li ku nuqteyeke me hebe, dixwazin yekser hêzekê li wir bi cih bikin. Di navbera du hêzên me de rêyek hebe, dixwazin li wir qereqolekê çêbikin. Di vir de nêta wan çi ye"?

Karayilan ragihand ku mêtingeriya Tirk di nava 6 salên dawî de gihîştiye konsepteke nû û got, "Bi zîhniyeteke nû tevdigerin. Di halê hazir de li Tirkiyeyê desthilatdar AKP nîne, li Tirkiyeyê MHP desthilatdar e. Nêrînên MHP'ê li desthilatdariyê ne û ew jî Panturkîzmê ji xwe re dikin esas; naxwazin ji bilî Tirkan kes hebe. Yanî xwedî fikrekî şoven û nijadperestiyeke tund in. Bi vî rengî dixwazin xwe li ser Kurdistanê ferz bikin. Divê haya mirovan ji vê hebe."

Karayilan bi bîr xist, piştî ku Rêber Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî dîl hate girtin wan 5 salan şer rawestandin û got, "Piştî ku Rêberê me bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin 5 salan me şer rawestandin. Lê belê dewleta Tirk jî têkiliya xwe ya bi Başûrê Kurdistanê re rawestand. Her wiha qutkirina têkiliya bi Başûrê Kurdistanê re kirin xeta xwe ya sor. Baş e kengî ew xet ji holê rakirin? Sala 2008'an dema ku di berxwedana Zapê de têk çûn ku wê demê di serî de gelê Amediyê yê ku derket pêşiya tankan, tevahiya gelê me yê Başûr kedeke mezin dan Tirkan xeta xwe ya sor rakirin. Lê belê di refearndûmê de helwesta xwe ya rastî ji nû ve nîşan dan. Çûn bi Îranê re hevdîtin kirin, çûn bi Iraqê re hevdîtin kirin, bi wan re bûn yek û destûr nedan ku Kurd gavekê jî biavêjin. Em pêwîstiyê pê nabînin ku tiştên bi vî rengî her tim bên gotin, lê belê divê ev rastiya ku her kes pê zane ji nû ve bê diyarkirin. Em, (yanî PKK), ne ji me be, Tirk wê êrişî Hewlêrê bikin, wê ti carî nehêlin ku Kurd bibin xwedî destketiyekê. Lê belê ji ber ku niha PKK her derê diparêze, hedefa destpêkê PKK ye. Lê dÎsa jî dijmin di her axaftina xwe de, di her bernameyê de dibêje 'Kurd û mafên wan nîne'.

ŞANOYA KU BI HEMÛ ZIMANÊN CÎHANÊ TÊ LÎSTIN, DEMA KU WÊ BI KURDÎ BIHATA LÎSTIN HATE QEDEXEKIRIN

Şanoyeke ku bi hemû zimanên cîhanê hatiye lîstin, li Stenbolê ji aliyê hin hunermendan ve hate xwestin ku bi Kurdî bê lîstin; yekser qedexe kirin. Di pirtûka dersê ya pola 8'an de li cihekî qala Kurdan dihate kirin; dema ku pê hesiyan yekser ew pirtûk rakirin. Yanî naxwazin bi navê Kurdan tiştek hebe. Dixwazin Kurdan qir bikin. Di vê mijarê de pirsgirêk ne tenê PKK ye; ew dixwazin koka Kurdan biqelînin, dixwazin Kurdan tune bikin. Zîhniyeta ku niha li Tirkiyeyê desthilatdar e zîhniyeteke bi vî rengî ye.

TÊKILDARÎ TÊKILIYÊN TIRKIYE-PDK'Ê...

Ji ber vê yekê em dixwazin careke din bêjim; Têkiliyên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê re, hevkariyên îstîxbaratî û hwd. xizmetê ji gelê Kurd re nakin. Ya rast xizmetê ji PDK'ê re jî nakin. Dibe ku niha bi rengekî demkî weke ku xizmetê ji wan re dike tê dîtin, lê belê ev pêkanîn Kurdan dixe nava metirsiyê. Yanî rewşeke welê heye ku hem pir hesas e, hem jî mirov wateyê nadin. Ji ber ku ew Kurdan hemûyan dikin hedef, lê tu lê dinere ku beşeke ji Kurdan bi wan re di nava têkiliya dostaniyê de ye. Em li dijî vê feraeta zordar li ber xwe didin û vê berxwedanê jî bi navê gelê Kurd dimeşînin. Qet nebe li ber me nesekinin, dorê li me negirin, piştgiriyê bidin me.

Mijareke din ew e ku hin rayedarên hikumeta herêmî dibêjin, 'PKK xwe weke alternatîfa hikumeta herêmî dibîne'. Tiştekî bi vî rengî nîne. Çi ku derxistine, me fêhm nekir. Gelo ji bo yên li pêşberî xwe îqna bikin vê dibêjin, ya jî yên van gotinan dibêjin bi rastî jî bi vê bawer dikin, em baş nizanin. Lê belê ti bingeha van gotinan nîne. Wezîrê Karên Derve yê Tirk Çavûşoglû carekê qalê kir; got, 'PKK dixwaze Hewlêrê bi dest bixe'. Avabûna hikumeta herêmî destketiyeke gelê Kurd e. Destketiyeke ku di encama têkoşîna bi dehan salî de afiriye. Di encamê de îradeyeke gel heye. Em çima xwe weke alternatîfa vê hikumetê bibînin! Ev rast nîne, tiştekî bêbingeh e.

HEMÛ BÛYERAN DIXIN STUYÊ PKK'Ê

Her wiha li ku derê bûyerek biqewime, tu lê dinere yekser dixin stuyê PKK'ê dibêjin, 'PKK'ê kiriye'. Midûrê Asayîşa Serzerê hatiye kuştin. Yekser gotin 'PKK'ê kiriye'. Meclîsa Asayîşa Başûr welê bi eşkereyî got. Ya rast em matmayî man. Beriya her tiştî vê bêjim; Ti biryareke me nîne ku li Başûr li dijî rêxistinekê yan jî li dijî rayedarekî hikumeta herêmî çalakiyê bikin yan jî êrişê bikin. Bi rengekî fermî dibêjim; biryareke me ya bi vî rengî nîne. Lê belê ew welê bi misogerî dibêjin, me jî got, 'Gelo dibe ku li wan herêman yekîneyên me bi serê xwe tiştekî bi vî rengî kiribin?' Li ser vê yekê me ji herêmê pirsîn, lêkolîn kirin û dîtin ku tiştekî bi vî rengî nîne. Eger di destê wan de di vê der barê de belgeyek hebe bila kerek bikin bidin; bila li çapemeniyê belav bikin û em jî bêjin 'temam'. Lê belê tiştekî wiha nîne. Yanî dijmin dixwaze em li ber hev rabin. Provokasyon heye. Em nizanin ku kê ew bûyer kiriye, lê belê divê em zanibin ku dijminê me stratejiyeke welê dimeşîne ku dixwaze Kurdan li ber hev rake, piştre jî propaganda vê bike. Bi vî rengî dixwaze stratejiya xwe bi ser bixîne.

EM DI DEMEKE WELÊ DE NE KU PAŞEROJA KURDAN DIYAR DIBE

Heta niha Kurdan ti carî ji şerê navxweyî serketin bi dest nexistiye. Ev tiştekî misoger û eşkere ye. Salên derbasbûyî, yanî di salên 1990'î de û beriya wê dibe ku hin rêxistinan sûd ji şerê navxweyî werdigirtin; wê demê derfetên vê hebû. Lê belê niha nîne. Çima nîne? Ji ber ku em di sedsala 21'ê de ne; vaye nîqaşên li ser jinûve dîzaynkirina herêmê hene; cihê Kurdan wê ku be; yanî em di demeke welê de ne ku paşeroja Kurdan diyar dibe. Lewma eger gelê Kurdistanê niha bikeve nava şerekî navxweyî wê ji aliyê stratejîk ve têk biçe. Em gelekî girîng e. Em li vê difikirin. Binerin, em ji bo vê dozê her roj berdêlan didin. Lê belê eger têkçûneke bi vî rengî biqewime, wê demê ev ked hemû wê belasebep biçe. Keda gelê me yê li Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava wê belasebep biçe. Lewma em vê mijarê bi hêsanî nanirxînin.

Em niha dibihîzin; hêzên xwe xistine nava liv û tevgerê, ketine pozîsyoneke welê ku xwe ji şer re amade kirine. Yanî eger çavdêriyeke me ya cidî, eger agahiyên me yên cidî nebûya em bi vî rengî nedigot, ji ber ku em her tim xweşbînin. Lê belê em niha dibînin; bi rastî jî amadekariyek heye. Bi vê amadekariyê çi dixwazin bikin ez nizanim. Mesela li ku derê nuqteyeke me hebe, yekser dixwazin li wir hêzekê bi cih bikin. Di navbera du hêzên me de rêyek hebe dixwazin li wir qereqolekê ava bikin. Di vir de nêta wan çi ye? Mesela beriya çend rojan li herêma Zebarî tiştekî bi vî rengî bû; hindik mabû ku bûyer biqewime, lê belê me bihîst û ji bo tiştek nebe me dest li rewşê werdan. Yanî hatine cihekî çêdikin. Li ser rê ye, li wir çûn û hatin çêdibe. Biçe li cihekî din çêbike, cih nîne! Bila her kes zanibe ku tiştên bi vî rengî tehrîk dike. Dijminên me hene; her wiha di nava hêzan de yên ciwan û kelecanî hene; dibe ku hemû nikaribin bên kontrolkirin. Ji ber vê yekê tiştekî metirsîdar e ku ewqas hêz bikevin nava hev an jî bên li nava du hêzan bi cih bibin. Bi qasî ku me bihîstiye çend dever hene ku bi vî rengî dixwazin kontrol bikin. Eger bi vî rengî bibe, wê rûdana şer ne ihtimaleke dûr be. Ez bi xwe naxwazim fermanê bidim fedayiyan ku Kurdan bikin hedef. Ne ez dixwazim vê bikim ne jî tevgera me dixwaze vê bike. Em dixwazin ên li hemberî me vê fêhm bikin. Ji kerema xwe re! Em li dijî dijmin her roj şer dikin û ji şer natirsin. Lê belê em naxwazin şerekî navxweyî di nava Kurdan de rû bide.

EM DIXWAZIN FIKRÊ KEK MESÛD HÎN BIBIN

Ez nizanim ku haya rêveberiya PDK'ê ji van bûyerên diqewimin hemûyan heye yan na. Bi taybetî ji vir dixwazim bang li Kek Mesûd bikim; Haya xwe ji van kiryaran heye yan na? Nizanim ku nêrînên wî yên di vê mijarê de çi ye, ji ber ku heta niha neaxiviye. Em dixwazin nêrînên Kek Mesûd jî hîn bibin. Yanî ev hemû tişt ji bo çi tên kirin? Çima dixwazin bi hêzeke ewqasî mezin dor û rêya hevalan bigirin? Ev tê çi wateyê? Em dixwazin ku dest deyne ser vê meseleyê. Çi dibe bila bibe em amade ne ku pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi rêya diyalogê çareser bikin. Lê belê eger tu dora hêzeke leşkerî, çep, rastê wê bigire, hewl bide ku cih lê teng bike, neyê xwestin jî wê hingî şer biqewime. Fikarên me bi vî rengî ne. Lewma bi rengekî eşkere bang dikim; dixwazim ku pêşî li vê bigirin. Bi vî rengî nabe. Bi vî rengî be di her kêliyê de dibe ku qezayek rû bide.

Bila kes nefikire ku em amadekariyan dikin ku hin deveran bi dest bixin. Tiştekî bi vî rengî nîne. Dibe ku hinek fitneyeke wiha dike û agahiyên şaş belav dikin; bi vê nizanim lê belê em di çarçoveya neteweyî de israr dikin. Binerin; Rêber Apo 22 sal in tenê carkê karîbû bi telefonê biaxive; bi birayê xwe Mehmet re 20 deqeyan axivî. 15 deqeyên wê jî li ser mijara neteweyî peyam da. Rêberê me bi vî rengî difikire, em jî bi heman rengî difikirin. Baş e çawa dibe ku em xwe weke alternatîfa hikumeta Başûr bibînin? Çawa dibe ku ji bo me dibêjin ku em dixwazin hin deveran bi dest bixin? Tiştekî bi vî rengî nîne. Xuya ye di vir de lîstik û fitneya sîstema îstîxbarata hêzên dijmin xwedî roleke mezin e. Lewma divê her kes hay ji vê hebe. Hem gelê me, hem rêxistinên siyasî yên Kurdistanî û kesayet, hem jî PKK û PDK divê haya me ji rewşê hebe.

Meseleya navbera PKK û PDK'ê ne meseleyeke tenê navbera du partiyane. Ev mesele Kurdan hemûyan eleqedar dike, meseleyeke neteweyî ye. Lewma di wê baweriyê de me ku divê her kes bi vê pirsgirêkê re mijûl be. Di vê mijarê de em amade ne; çi pirsgirêk hebe em dikarin di bin çavdêriyê de nîqaş bikin. Em ji her tiştî re amade ne. Bi kurtasî em li bendê ne ku pêşî li rewşeke neyînî ya gengaz bê girtin. Ji ber ku eşkere ye ku di vê mijarê de metirsî hene. Em dixwazin ku Kurdistan di nava aramiyê de be. Ji ber vê yekê em dixwazin çareseriyek ji vê rêveçûnê re bê dîtin."


Mijarên Din