Ji bo belgekirina sûcên dewleta Tirk bang avakirina komîteyeke navneteweyî

Hevserokê Gerînendetiya Şûnwaran a herêma Efrînê Hemîd Nasir bang li UNESCO û rêxistinên navneteweyî kir ku komîteyekê ava bikin da ku derbasî Efrînê bibe û sûcên dewleta Tirk ên li dijî şûnwaran belge bike.

Ji destpêka ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrînê dagir kirine, bi hemû şêwazan hewl dide demografiya kantonê biguherîne û şaristaniya wê hilweşîne. Her wiha sûcan ji kuştin, dizî û revandina şêniyan jî pêk tîne.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şûnwaran dirûxîne û armanca wê ji vê yekê ku şaristaniya kurdî li kantonê tune bike.

Hevserokê Gerînendetiya Şûnwaran a herêma Efrînê Hemîd Nasir têkildarî siyaseta dewleta Tirk di binpêkirina nasnameya kurdî li Efrînê û sûcên li dijî şûnwaran de axivî.

Hemîd Nasir got: "Li Efrînê zêdetirî 80 gir û 35 şûnwar hene. Ji destpêka ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrînê dagir kiriye, em ji bo belgekirina sûcên li dijî şûnwaran li kantonê bi wêne û dîmenan, dixebitin. Heta niha hatiye tekezkirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdetirî 25 gir û şûnwar kolandine û xirab kirine."

Nasir destnîşan kir ku di demên dawîn de dewleta Tirk a dagirker girê gundê Qîbar ê bakurê rojhilatê Efrînê bi alavên mezin kolandin û ji ber wê ji sedî 60 gir hate hilweşandin û bermahiyên tê de hatin dizîn.

Nasir got dewleta Tirk a dagirker cara yekemîn girê Eyn Dara topbaran kir û di encama wê de ji sedî 60 jê hate hilweşandin, piştî dagirkirina Efrînê bi rêya alavên mezin şûnwarên di gir de hatin hilweşandin, şêrê reş ê dîrokî di pêngava duyemîn de hate dizîn û di pêngava sêyemîn de çeteyan şûnwar ji xwe re kir baregeheke leşkerî.

Hemîd Nasir behsa projeya Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê ji bo parastina şûnwaran kir û wiha domand: "Projeya kolandinê ku beriya 6 mehan li gundê Elbiskê yê navçeya Racoyê dest pê kiriye. Tê de dêrek û gelek tabloyên şûnwarî yên dîrokî hatin dîtin. Li gorî dîmen û wêneyên ketin destê me ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi projeyê lîstine û tiştên tê de dizîne."

Di dawiyê de Hemîd Nasir bang li rêxistina UNESCO û rêxistinên navneteweyî kir ku komîteyekê ava bikin da ku derbasî Efrînê bibe û sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêm û şûnwaran belge bikin.

)bx)

ANHA


Mijarên Din