Ciwanên Minbicê: Dîrok dê rehmê li kesên ku bê deng mane, neke

Endamên Meclisa Ciwanan a Minbicê daxuyaniyek da û komkujiya ku dagirkeriya Tirk li ser sivîlan li Til Rifetê pêk anî, şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe derkeve.

Bi dehan endamên Meclisa Ciwanan a Minbicê li lîstikgeha El-Beledî li navenda bajêr kom bûn da ku daxuyaniya şermezarkirina sûcên dagirkeriya Tirk bidin.

Ciwanan pankartên "Em ne teror in, Erdogan teror e û bavê Bexdadî ye", "Me zarokên cîhanê ji terorê parastin û îro cîhan beramberî kuştina zarokên me bê deng e" û wêneyên komkujiya ku artêşa Tirk li ser sivîlan pêk anî, hildan.

Endamê Meclisa Ciwanan Tirkî El-Fenûş daxuyanî xwend û wiha got:

"Bi navê ciwanên şoreşger ên Minbicê û gundewarên wê bi hemû gotinan sûê li dijî sivîlan li bajarê Til Rifetê şermezar dikin, ev sûcê hovane berdewama siyaseta qirkirinê ya terora Tirkiyê û çeteyên wê ye.

Em wek ciwanên şoreşger ji Tirkiyê re dibêjin ev êriş tu armancên te pêk naynin, lê tersî wê terora te me dike yek da ku li pêşiya hemû cureyên dagirkeriyê bisekinin. Em bang li civaka navneteweyî ya bêdeng dikin; bes e hûn bê deng in, dîrok rehmê li we nake û dê bêje ku we qirkirina gelê me li Sûriyê erê kir.

Li ser vê bingehê dê bersiva me giran be.

Rehmet li şehîdên komkujiyê be.”

ANHA


Mijarên Din