Eniya Rizgariya Nîştimanî bikaranîna gelê Sûriyê di şeran de, şermezar kir

Eniya Rizgariya Nîştimanî ya Sûriye der barê bikaranîna gelê Sûriyê di şerên li derveyî sînorê Sûriyê de diyar kir ku erêkirina gelek welatiyên Sûriyê ku li derveyî sînorên welêt şer bikin, tê wateya ku ew bûne çete û tu têkiliyên wan bi gelê Sûriyê û şoreşa wê re tune ne.

Eniya Rizgariya Nîştimanî ya Sûriye bi daxuyaniyekê ku serokê Nivîsgeha Siyasî ya Eniya Rizgariya Nîştimanî ya Sûriye Fehed Misirî li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kiriye, wiha da zanîn: "Bikaranîna welatiyên me di şerên li Lîbyayê û herêmên nakok ên li herêmê û cîhanê de û keysbazkirina rewşên wan ên aborî xizmeta hêviyên gelê Sûriyê di avakirina têkiliyên stratejîk rast, durist û hevseng de bi dewleta Tirk û Rûsyayê re di Sûriyeya nû de nake.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev yek nayê qebûlkirin û tu têkiliyên wê bi rewşa Sûriyê re tune ye, lê belê dê alozî û pirsgirêkan bêtir diafirîne.

Her wiha hate destnîşan kir ku erêkirina gelek welatiyên Sûriyê ku li derveyî sînorên Sûriyê şer bikin, tê wateya ku veguherîne çete û kujerên kirêkirî, tu têkiliyên wan bi gelê Sûriyê û şoreşa wê re tune ne û sedem çi dibe bila bibe tevgerên wan neyên qebûlkirin. Eniyê da zanîn ew ku kesên di şerên li derveyî Sûriyê de tên kuştin, ne şehîd in.

Eniyê di daxuyaniyê de bang li dewletên têkildar kir ku kiryarên xwe li dijî gelê Sûriyê rawestînin.

eh


Mijarên Din