Pêvajoya duyemîn a avakirina kampa koçberên Girê Spî destpê kir

Bi zêdebûna hejmara koçberan re Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî amadekariyên pêvajoya duyemîn a avakirina kampê dike.

Di pêvajoya yekemîn a avakirina kampa koçberên Girê Spî de 450 kon hatin danîn. Di kampê de 2 hezar û 197 koçber hene.

Kampa koçberên Girê Spî di 22‘yê Mijdara 2019‘an de ji aliyê Meclisa Kantona Girê Spî ve hate avakirin. Rêveberiya kampê diyar kiribû ku kamp dê li gorî du pêvajoyan were avakirin û zemîna wê têra hezar konî dike.

Têkildarî amadekariyên destpêkirina pêvajoya duyemîn a avakirina kampê Hevsereoka Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî Fadiya Şerîf  anî ziman ku di nava du rojên dawî de pelek mezin a koçberan gihişt kampê, ji ber vê yekê lez dan amadekirina danîna konan.

Fadiya Şerîf diyar kir pêla dawî ya koçberiyê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker  ji gundên rojava û başûrê kantona Girê Spî bû û ev tişt got: “Di 23‘yê Sibatê de 43 malbat ji gundên Fatsa û Huriyê hatin. Tê texmînkirin ku di rojên bê de hejmara malbatan zêdetir bibe."

Fadiya destnîşan kir ku hemû komîteyên xizmetguzariyê, ji kehrebe, av û kanalîzasyon di nava tevgerê de ne da ku pêvajoya duyemîn a avakirina kampê pêk bînin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Rêxistina Heyva Sor a Kurd di pêvajoya yekem a avakirina kampê de hemû  kon pêşkêş kir ku hejmara wan 500 kon bûn. Her wiha betanî, isfinc û paketên xwarinê mehane pêşkêşî koçberan dike. Di demên dawî de rêxistinên mirovî serdana kampê kir û alîkariyên şermok ji paketên madeyên paqijiyê pêşkêş kirin û hin karkerên paqijiyê di kampê de erekdar kirin.

ANHA


Mijarên Din