’Bi Şoreşa Rojava re Şoreşa Zimanê Kurdî pêş ket’

Aras Hiso diyar kir ku ruxmî hewldanên qirkirina ziman û nasnameyê, lê pêşiyan ziman parastin û got: "Bi Şoreşa Rojava re zimanê Kurdî jî şoreşeke nû ava kir."

’Bi Şoreşa Rojava re Şoreşa Zimanê Kurdî pêş ket’
15 gulan 2024   09:24
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Bi wesîleya 15`ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî mamosteyê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî yê li Zanîngeha Kobanê Aras Hiso ji ajansa me re axivî.  Aras Hiso bal kişand li ser girîngîya ziman û got: “Divê xemxurên vî zimanî hîna zêde xwedî li zimanê xwe derkevin da ku em bikaribin zimanê xwe hîna zedetir pêş bixin."

Mamoste Aras Hiso bi bîr xist ku  dagirkerên xaka Kurdistanê bi poltîkayên xwe yên qirkirinê xwestin Kurdan ji zimanê xwe dûr bikevin û zimanên wekî Erebî, Farisî û Tirkî li ser gelê Kurd ferz bikin û got:" Pêşiyên me bi qasî ji sedî 80 zimanê me parastin. "

Aras Hiso diyar kir ku bi Şoreşa Rojava re şoreşa zimanê kurdî jî çêbû û wihe got;"Mirov dikare bêje ku Şoreşa Rojava ji derveyî ku şoreşa Rojava şoreşa jin û ciwanan e, şoreşa zimane jî. Zanîngeh, peymangeh û dibistanên me tevahî bi zimanê Kurdî ne. Ev bi xwe gaveke dîrokî ye. Lê em qada paradîgmayê dikin ya esas di nav zimanê kurdî de veşartiye. Çiqasî em qala zimanê Kurdî bikin têrê nake. Ji ber zimanê me gelek dewlemend e, her ku mirov lêkolîn dike ew ewqas tiştên nû derdikevin."

Mamoste Aras Hiso di dawiya axaftina xwe Roja Zimanê Kurdî li  gelê Kurd pîroz kir û wiha got: " Divê hîn bêtir zimanê me jiyanî be û di hemû kesên dibêjin em zimanzan in xwedî li vê zimanê xwe derbikevin.”

ANHA