HPG: kamerayeke mobesseyê hate îmhakirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Avaşîn, Zap û Metînayê li artêşa Tirk a dagirker xistin. Di encamê de kamerayeke mobesseyê hate îmhakirin.

HPG: kamerayeke mobesseyê hate îmhakirin
15 gulan 2024   13:46
NAVEND ANÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da. 

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li Herêma Avaşînê;

13'ê Gulanê saet di 16:00 de li qada Şûkê kamerayeke mobesse ya dagirkeran hate îmhakirin. Di heman demê de bi çekên ferdî derb li çepereke dagirkeran hate xistin.

Li Herêma Zapê;

13'ê Gulanê danê nîvro li Qada Berxwedanê ya Kurojahro bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Li Herêma Metînayê;

14'ê Gulanê saet di 14:40'î de li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

14'ê Gulanê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

14'ê Gulanê saet di 11:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

14 û 15'ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li hemberî tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 13 caran gazên kîmyewî yên bi jehr hatin bikaranîn û 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

14'ê Gulanê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê tunelên me carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

14'ê Gulanê li herêma Xakurkê qada Lolanê carekê, li herêma Garê qada Deşta Kafyayê 3 caran, li herêma Metînayê qada berxwedanê ya Dergelê 4 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê qada berxwedanê ya Girê Bahar carekê; bi giştî 9 caran bi balafirên şer hatin bombekirin."