Rojnameyên erebî: Nakokiyên di navbera Îsraîl û Misirê de aşkera dibin

Rojnameyên erebî vê sibê behsa aloziya di navbera Misir û Îsraîlê de û mijara penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Nakokiyên di navbera Îsraîl û Misirê de aşkera dibin
15 gulan, 2024   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb nûçeyek bi sernavê "Operasyona Refehê nakokiyên di navbera Misir û Îsraîlê de aşkera kirin" weşand. 

Rojnameyê diyar kir ku piştî zêdebûna êrişên artêşa Îsraîlê li Refehê, nakokiyên di navbera Qahîre û Til Evîvê de aşkera bûne û Îsraîlê careke din Misir tawanbar kir ku deriyê Refehê girtiye.

Li gorî rojnameyê wezîrê karên derve yê Îsraîlê Yisrael Katz li ser hesabê xwe yê X’ê nivîsiye ku bi hempîşeyê xwe yê brîtanî David Cameron û wezîra karên derve ya Almanyayê Annalena Baerbock re li ser girîngiya îqnakirina Misirê ku deriyê Refehê ji nû ve veke û alîkariyên mirovî yên navneteweyî derbasî Xezayê bibin, axiviye.

Rojnameyê ragihand ku wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî sêşemê bersiva daxuyaniya Katz da û Îsraîl tawanbar kir ku "rastiyan berovajî" dike û ji berpirsyariyê li hember aloziya mirovî ya li Xezayê xwe dide alî.

Rojanemyê bi bîr xist ku Şukrî di daxuyaniya xwe de gotiye Misir siyaseta "berovajîkirina rastiyan" red dike û Îsraîl berpirsa yekane ya aloziya mirovî ya li Xezayê ye.

Rojnameyê cih da axaftina hin dezgehên çapemeniyê yên Amerîkayê ku piştî operasyona Îsraîlê ya li dijî Refehê, îhtîmal heye Misir asta têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi Îsraîlê re qels bike.

Rojnameya Wall Street Journal jî ku agahiyên xwe ji rayedarên misirî wergirtine, diyar kir ku îhtîmal heye Misir balyozê xwe ji Til Evîvê vekişîne lê niha nakokî nagihêje asta qutkirina têkiliyan.

‘DERIYÊ VEGERANDINA PENABERAN CAREKE DIN VEBÛ’

Têkildarî vegerandina penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê, rojnameya El Exbar a Lubnanê nûçeyek parve kir. Di nûçeyê de rojnameyê destnîşan kir ku piştî ku desthilata Lubnanê bi koordîneya hikumeta Şamê gelek penaberên sûriyeyî vegerandin Sûriyeyê, Washington û gelek paytextên Yekitiya Ewropayê xwestin derî bigirin. Lê belê gelek dewletên din li bendê ne ew jî dest bi vegerandina sûriyeyiyan bikin.

Rojnameyê da zanîn ku Urdin bi bêdengî li benda dora xwe ye û Tirkiyeyê jî heman e.

Rojnameyê îşaret pê kir hemwextî vegerandina sûriyeyiyan, kongreya têkildarî Sûriyeyê li Brukselê hate lidarxistin. Di vê kongreyê de ji bo dewletên penaber pêşwazî kirine, pere tê komkirin. Li ser navê Lubnanê wezîrê karên derve tev li kongreyê bû. Lubnanê bi vê yekê xwest nerazîbûna xwe li hember nevexwendina hikumeta Sûriyeyê nîşan bide.

Rojnameyê diyar kir ku beriya lidarxistina kongreyê, li ser banga serokê Lubnanê Nebîh Birî û daxwaza serokê hikumetê Necîb Mîqatî, parlamentoya Lubnanê îro dicive, ji bo ku mijarên têkildarî penaberên sûriyeyî nîqaş bike.

(şx)