Li Kantona Cizîrê 66 lijneyên hilbijartinê hatin diyarkirin

Lijneya Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Cizîrê 66 lijneyên hilbijartinan ên bajar û bajarokan ava kirin.

Li Kantona Cizîrê 66 lijneyên hilbijartinê hatin diyarkirin
15 gulan, 2024   14:36
QAMIŞLO

Amadekariyên hilbijartinên şaredariyan ên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ku dê 11’ê Hezîranê (2024) pêk werin, didomin. 

Di vê çarçoveyê de Lijneya Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Cizîrê 66 lijneyên hilbijartinan ên bajar û bajarokên kantonê ava kirin.

Lijneyên hilbijartinan ên hatine avakirin ev in:  Qamişlo, Girbawî, Tenûriye, Tirbespiyê, Hilwe, Til Merûf, Ebû Firi, Maşûq, Çilaxa, Abra, Kîşk, Girkê Legê, Mistefawiye, Erûr, Til Xenzîr, Xana Serê, Robariya, Eyn Dîwar, Amûde, Cagir Bazar, Tobo, Tiweyz, Sinceq Sadûn, Til Beyder, Til Mecdel, Xirbet Bîr, Kirêvatî, Til Hemîs, Til Ehmed, Ukaz, Ebû Cirin, Ceza, Hesekê, Til Tawîl, Safiya, Tiweyne, Til Beyder, Til Mecdel, Mexrûm, Red Şeqra, Um El Medfe, Şedadê, Herîrî, Ebdan, Ebû Fas, Mergede, El Fedxemî, Til El Şayir, Erîşe, Hedadiye, Hol, Um Huceyre, Dirbêsiyê, Sêgir, Qermanî, Til Kerem, Xenamiye, Til Temir, Xera, Qibûr El Xerance, Til Birak, Til Hemdî, El Esbîx, Simêhan, Zirgan û Til Emîn, hatine avakirin.

Komîseriya Bilind a Hilbijaritnan jî 12`ê Gulanê dema serlêdanên namzetiyê dabû destpêkirin.

(şx/a)

ANHA