Li Reqayê 28 kîlo heşîş hate desteserkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi koordîneya Dozgeriya Giştî li Reqayê 3 kes destgîr kirin û 28 kîlo heşîşa bi wan re jî desteser kir.

Li Reqayê 28 kîlo heşîş hate desteserkirin
15 gulan, 2024   14:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek parve kir. 

Li gorî daxuyaniyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn 21`ê Nîsanê 3 firoşkarên madeyên hişbir li Reqayê destgîr kirine.

Hate diyarkirin ku li gel kesên destgîrkirî 141 kefikên heşîşê hatine desteserkirin ku giraniya wan 28 kîlo û 449 gram e.

(şx)