Li Qamişlo û Dirbêsiyê meşên girseyî

Li Qamişlo û Dirbêsiyê bi sedan kesî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û biryara qedexekirina hevdîtinê ya bi Rêveber Abdullah Ocalan re şermezar kirin.

Li Qamişlo û Dirbêsiyê meşên girseyî
Li Qamişlo û Dirbêsiyê meşên girseyî
Li Qamişlo û Dirbêsiyê meşên girseyî
Li Qamişlo û Dirbêsiyê meşên girseyî
Li Qamişlo û Dirbêsiyê meşên girseyî
Li Qamişlo û Dirbêsiyê meşên girseyî
Li Qamişlo û Dirbêsiyê meşên girseyî
Li Qamişlo û Dirbêsiyê meşên girseyî
Li Qamişlo û Dirbêsiyê meşên girseyî
Li Qamişlo û Dirbêsiyê meşên girseyî
Li Qamişlo û Dirbêsiyê meşên girseyî
Li Qamişlo û Dirbêsiyê meşên girseyî
Li Qamişlo û Dirbêsiyê meşên girseyî
Li Qamişlo û Dirbêsiyê meşên girseyî
Li Qamişlo û Dirbêsiyê meşên girseyî
Li Qamişlo û Dirbêsiyê meşên girseyî
Li Qamişlo û Dirbêsiyê meşên girseyî
Li Qamişlo û Dirbêsiyê meşên girseyî
Li Qamişlo û Dirbêsiyê meşên girseyî
14 gulan, 2024   14:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Qamişlo û Dirbêsiyê yên kantona Cizîrê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşgerê, bi sedan kes li dijî êrişên dewleta Tirk a  dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û biryara desthilata Tirk a qedexeya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re, meşiyan.

Bi hezaran kes beşdarî meşan bûn. Di meşan de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan hatin hildan.

Meşa li Qamişloyê ji Çerxerêya Şehîd Rûber dest pê kir û li pêşiya Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan rawestî. Di mîtîngê de rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Cizîrê Medya Ebdurehman axivî û bal kişand ser planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdistanê.

Medya Ebdurehman beşdariya PDK’ê di êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de jî şermezar kir û rêbazê pêşwazkirina Erdogan a li Hewlêrê bi bîr xist.

Medyayê her wiha biryara desthilata Tirk a qedexeya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî tecrîdê wek siyaseteke qirkirinê ya li dijî Kurdistaniyan nirxand.

Hevserokê Yekitiya Ciwanên Suryan ên Pêşverû Subhî Melek jî berxwedana gerîlayên azadiyê û QSD’ê silav kir û bi navê Yekitiya Ciwnanên Suryan ên Pêşverû piştgiriya xwe bi gerîlayan re anî ziman.

Subhî Melek got dê heta azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û têkbirina tevahî planên dewleta Tirk têkoşînê bidomînin.

DIRBÊSIYÊ

Li Dirbêsiyê jî bi sedan kes ji pêşiya Mizgefta Hac Sultan dest bi meşê kir. Meş li Sûka Navendî sekinî. Li wir endama Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Dirbêsiyê Raziya Mihemed axivî û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û qedexeya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Raziya Mihemed got heta edalet ji bo Rêber Abdullah Ocalan pêk were û dagirker ji Kurdistanê werin derxistin, dê di hemû qadan de têkoşînê bidomînin.

(bb)

ANHA