Li Beyrûtê pirtûkeke li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hate nirxandin

Komeke akademîsyenan li Beyrûtê pirtûka "Abdullah Ocalan: Têkoşîna ku dijî zehmetiyan derdikeve, afirîneriyek entellektuel a dîwaran derbas dike" nirxand.

Li Beyrûtê pirtûkeke li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hate nirxandin
Li Beyrûtê pirtûkeke li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hate nirxandin
Li Beyrûtê pirtûkeke li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hate nirxandin
15 gulan, 2024   11:50
BEYRÛT

Komeleya Newroz a Çanda Civakî ya li Beyrûtê ya paytexta Lubnanê duh civînek li dar xist. Di civînê de pirtûka rewşenbîrên Ereb a bi navê "Abdullah Ocalan: Têkoşîna ku dijî zehmetiyan derdikeve, afirîneriyek entellektuel a dîwaran derbas dike" ku li Misirê hatiye çapkirin, hate nîqaşkirin.

Civîn li navenda komeleyê hate lidarxistin. Lêkolîner, ronakbîr, rewşenbîr, rojnamevan û nûnerên komeleyên jinan û sendîkayan tev li atolyeyê bûn.

Cîgira serokê Komeleya Newroz Henen Osman civîn bi rê ve bir.

Nivîskar û lêkolînerê lubnanî Xelîl El Qadî besha tevlêbûna xwe di amadekirina pirtûkê de û sedema tevlêbûnê û girîngiya naveroka pirtûkê kir.

Piştî wê rojnamevan û lêkolîner Ehmed Şêxo bal kişand ser dema derxistina pirtûkê, di kîjan çarçoveyê de ev xebat hatiye meşandin û da zanîn ku wan di nava pêngava navneteweyî de ku li 74 navendan li seranserî cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" dest pê kir, ev pirtûk hatiye amadekirin.

Dûre beşdaran naveroka pirtûkê nîqaş kir û destnîşan kir ku ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê têkoşîn berdewam bike.

(şx)

 ANHA