DAIŞ`ê êriş kir: 2 endamên Dîfa Watanî hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê li gundewarê rojhilatê Himsê êrişî nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê kir. Di êrişe de 2 endamên ’Dîfa El Wetenî’ hatin kuştin.

DAIŞ`ê êriş kir: 2 endamên Dîfa Watanî hatin kuştin
14 gulan, 2024   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê li herêma Qesir El Hîr a rojhilatê Himsê  êriş noqteyeke hêzên hikumeta Şamê kiriye.  Hate diyarkirin ku di êrişê de 2 endamên ’Dîfa Watanî’ hatine kuştin û yek jî birîndar bû.

Li gorî SOHR`ê ji destpêka îsal ve di êrişên li çolistana Sûriyeyê de 37 şênî, 302 leşkerên hikumeta Şamê û 27 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin.

(şx)