Zimanê kurdî piştî tirkirina Efrînê

Li Efrîna dagirkirî, zimanê kurdî di gelek pêvajoyan re derbas bû. Ji cihekî ku ji bo amadekirina materyalan bi zimanî kurdî bûbû mînak. Yekemîn dibistan, peymangeh û zanîngeha bi zimanî kurdî lê hate vekirin, lê piştî ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin, veguherî cihekî ku lê zimanê kurdî tê qedexekirin.

Zimanê kurdî piştî tirkirina Efrînê
Zimanê kurdî piştî tirkirina Efrînê
Zimanê kurdî piştî tirkirina Efrînê
Zimanê kurdî piştî tirkirina Efrînê
Zimanê kurdî piştî tirkirina Efrînê
Zimanê kurdî piştî tirkirina Efrînê
Zimanê kurdî piştî tirkirina Efrînê
Zimanê kurdî piştî tirkirina Efrînê
Zimanê kurdî piştî tirkirina Efrînê
Zimanê kurdî piştî tirkirina Efrînê
Zimanê kurdî piştî tirkirina Efrînê
Zimanê kurdî piştî tirkirina Efrînê
Zimanê kurdî piştî tirkirina Efrînê
Zimanê kurdî piştî tirkirina Efrînê
15 gulan, 2024   05:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) sala 2006`an 15`ê Gulanê wek Cejna Zimanê Kurdî diyar kir û ji wê demê ve gelê Kurd her sal 15’ê Gulanê pîroz dike.

GELO ZIMANÊ KURDÎ BERIYA DAGIRKIRINÊ DI ÇI ASTÊ BÛ Û PIŞTÎ DAGIRKIRINÊ ÇI LÊ HAT?

Endamê rêveberiya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) ya Helebê Mennan Cafer têkildarî rewşa zimanî kurdî û bandora dagirkeriyê ya li ser ziman ji ANHA’yê axivî.

Mennan Cafer got: "Piştî ku hezkiriyên ziman pêvajoya pêşxistina ferhengan û pirtûkên rêziman temam kir û bi awayekî veşartî derbasî nifşên din kirin, bingeha destpêkirina şoreşa zimanê kurdî hate danîn."

Cafer destnîşan kir ku sala 1978`an bi rêya pirtûkên helbestvan Cegerxwîn alfebeya kurdî nas kiriye û hewl daye di nava xizmên xwe de belav bike.

DESTKEFTIYÊN ŞOREŞÊ

Piştî ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê dest pê kir û beriya dagirkirinê, li kantona Efrînê yekemîn dibistan, peymangeh û zanîngeha zimanê kurdî û erebî hate vekirin. Ew bû destpêka pêvajoya perwerdeyê ya nû ku di tevahî qadên perwerdeyê de mamoste û kesên pispor hatin gihandin.

Dibistana Şehîd Fewazî ya li gundê Diraqliya yê Efrînê 6`ê Cotmeha 2011`an hate vekirin ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibistana yekemîn a zimanê kurdî bû.

Li gorî daneyên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrîn û Şehbayê, 318 dibistan li bajarê Efrînê beriya dagirkirinê hatibûn vekirin. Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew fînanse dikirin.

Nêzî 50 hezar xwendekarên seretayî, navîn û amadehiyê li wan dibistanan li ber destê 3 hezar û 712 mamosteyan perwerde didît. Bi dehan dibistanên taybet ên pêşdibistan, peymahgehên muzîkê û hunerê jî hebûn ku bi hezaran zarok tê de dihatin perwerdekirin.

Ji bo gihandina mamosteyan di tevahî beşên xwendinê de, sala 2014`an li Efrînê Peymangeha Viyan Amara hate vekirin. 82 mamoste û bi dehan karmendan çavdêriya peymangehê dikir.

Beriya ku dewleta Tirk a dagirker bajarê Efrînê dagir bike, 500 xwendekar li peymangehê bûn. Lê belê hin ji wan di gundên xwe de di encama topbaranê de hatin kuştin yan jî birîndar bûn. Piştî dagirkirinê, mîna bi serê bajar û gundên bajarê Efrînê de hatiye, peymangeh jî hate talankirin.

Tebaxa 2015`an li gorî însiyatîfa komeke mamosteyên zanîngehan û bi fînanseya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Zanîngeha Efrînê hate vekirin. Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya yekemîn bû.

Di zanîngehê de beşêm tibê, endezyarî, ragihandin, aborî, çandinî û wêjeya kurdî hebûn. 51 mamosteyên pispor ev fakulte bi rê ve dibirin. Beriya şer 469 xwendekaran li van fakulteyan dixwend.

Di pirtûkxaneya navnedî de 3 hezar û 150 pirtûk û taqîgeh hebûn. Di wan taqîgehan de gelek amûrên pêşketî û zêdetirî 50 kompîtur hebûn.

PIŞTÎ DAGIRKIRINÊ REWŞA ZIMANÊ KURDÎ

Bi êrişan re dewama dibistanan hate taloqkirin. Piştî dagirkirinê, saziyên perwerdeyê hatin talankirin û wêrankirin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek ji wan navendan kirin baregehên xwe, ji bo ku şêniyan birevînin û tê de îşkenceyê li wan bikin.

Hin xwendekar û mamoste hatin revandin û ew derxistin derveyî kantonê. Yek ji wan jî rêveberê Fakulteya Wêjeyê Dr. Ebdulmecîd Şêxo (67) bû.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ji ajansa me re daneyên revandina mamosteyên zimanê kurdî ji dema bajar hatiye dagirkirin, parve kirin. Li gorî rêxistinê, 65 mamoste hatine revandin.

Serokê rêxistinê Mistefa Şêxo rewşa perwerdeyê ya li Efrînê piştî dagirkirinê, wek "gelekî xirab" wesifand û destnîşan kir ku li kêleka zimanê tirkî, fikrên tundraw tên fêrkirin.

JI TIRSA KUŞTINÊ YAN REVANDINÊ DEV JI PERWERDEYÊ BERDAN

Şêxo diyar kir ku Kurdên li Efrînê mane, bi tirs in ku hin kesên nenas wan birevînin û fîdyeyê ji wan bixwazin. Di heman demê de bi fikar in ku zarokên wan fêrî zîhniyeta tundraw bibin.

Şêxo daneyên sûcên li dijî zarokên Kurd ên li dibistanên Efrînê yên ji destpêka 2024`an ve hatine kirin, parve kirin:

"5`ê Gulanê zarokên biyaniyên li herêmê bi cih bûne, li zarokê bi navê Şoreş Mihemed Ebdo (9) yê ji gundê Emara yê Recoyê xist. Di encamê de birîndar bû.”

1`ê Gulanê ciwanekî ji biyaniyên ji gundewarên Hesekê yê bi navê Elî Derwîş (15) li zarokekî Kurd ê bi navê Mihemed Ferîd Mistefa (9) yê ji gundê Çeqmaqa Mezin da. Li qada Dibistana Sabit Xelef El Hoş a li paş asayîşa berê ya Recoyê, Elî Derwîş bi kêrê li Mihemed Ferîd xist.”

19`ê Adarê 3 biyaniyên li herêmê bi cih bûne, di dibistana gundê Kosa yê Recoyê de li zaroka bi navê Avend Şahîn Sefer Seydo (14) xist. Bavê wê Şahîn parastina wê kir lê belê serçeteyê Feyleq El Şam Mihemed Dîb Şahîn ew revand û radestî çeteyên Polîsên Leşkerî kir. Wan jî ew girt û bir girtîgeha Bilbilê.

15`ê Adarê li nêzî Nexweşxaneya Avrîn a li kolana Vîlat a Efrînê 3 zarokên malbatên çeteyên Ehrar El Şerqiye bi kêrê li zarokê bi navê Rûdî Mihemed Çeqel (16) ê ji Cindirêsê xist û ji lingê xwe yê rastê birîndar kir.

13`ê Adarê, çeteyê bi navê Yamin El Îbrahîm li bajarê Cindirêsê bi kêrê zarokê kurd Ehmed Xalid Mamo Medê kuşt û cenazeyê wî di bîreke li ser rêya gundê Til Silûrê de werkir.

12`ê Adarê, çeteyên serçeteyê Ebû Esad ê ji Feyleqê El Şamê gule li kurê şêniyê bi navê Selam Ebdîn Emîko yê ji gundê Gazê-Meydana yê Recoyê reşandin, dema ku pez li nêzî pezê biyaniyekî diçêrand. Zarokê 8 salî ji tirsa guleyan ji ser hişê xwe ve çû.

25`ê Sibatê 5 zarokên biyanî li Mabetayê li zarokê Kurd Şiyar Îbrahîm Omer ê ji gundê Qenterê xist.”

BANGEWAZIYÊN JI BO PARASTINA SIVÎLAN

Mistefa Şêxo destnîşan kir ku tehdît û terora li dijî mêr, zarok, ciwan û jinên Kurd tê kirin, pirsgirêkeke mezin e. Li hember wê, tevgereke navneteweyî divê. Divê ew bên parastin ji ber ku heke helwesteke cidî neyê nîşandan, dê çeteyên dewleta Tirk bi kêfa xwe sûcên dîtir li dijî Kurdan bikin.

(şx)

ANHA