ˊEm çiqas fikrên Rêbertî nas bikin, em ewqas armancên xwe nas dikinˊ

Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xelekên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan organize dike. Beşdarên xelekan got: "Çiqasî em rastiya Rêbertî nas bikin em heqîqet û armancên xwe nas dikin."

15 gulan, 2024   02:35
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xelekên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan organize dike. 

Li bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê bi beşdarbûna rewşenbîran û endamên saziyên Rêveberiya Xweser xelekên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin birêxisitnkirin. Têkildarî mijarê beşdarên xelekekê nêrînên xwe bi me re parve kirin.

'ARMANCA ME EW E KU EM DI RASTIYA RÊBERTÎ Û CEWHERA FELSEFEYA WÎ DE KÛRTIR HERIN'

Îdrîs Mihemed ku yek ji beşdarên xelekê ye got: "Ez ji bo ku cewhera Rêber Abdullah Ocalan nas bikim û tê de kûrtir bim, tev li xwendina pirtûkan bûm. Her ku em di fikrên Rêber Abdullah Ocalan de kûrtir bin, ewqasî em ê xwe nas bikin. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan bi berhemên xwe sedemên krîz û pirsgirêkên me ji me re şîrove dike. Ji bo me diyar dike em çawa wan çareser bikin da ku em têgihên berê hilweşînin û civakeke demokratîk ku xwe bi xwe bi rê ve dibe, ava bikin.

Mustefa Mam Xêr jî der barê mijarê de wiha axivî: "Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan kesayeteke ronakbîr û xwedî pêşbînî ye ez tev li xwendina pirtûkan bûm. Ew bi analîzên xwe dema borî, niha û pêşerojê şîrove dike. Ji nav fîlozofên vê serdemê tenê ew xwedî nêrîneke wiha ye."

Mam Xêr wiha domand: "Civakên Rojhilata Navîn hewcedarê kesayeteke wek Rêber Abdullah Ocalan in. Ji ber ku fikrên wî pirsgirêkên civakan analîz dikin û çareseriyan pêşkêş dikin. Vê jî hişt ez pirtûk û analîzên wî bixwînim da ku ez xwe nas bikim."

Nesrîn Mihemed destnîşan kir ku xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan pêwîstiyek e û got: "Em di civakeke ku tê de gelek krîz û pirsgirêk hene de dijîn. Ji ber wê jî eger em felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nexwînin û fêm nekin em nikarin xwe bi rêxistin bikin û pirsgirêkan çareser bikin. Em ê her tim bibin qurbaniyên hişmendiyên desthilatdar."

Nesrîn diyar kir ku pêwîst e jin bi taybetî pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bixwînin û di rastiya wî û fikrên wî de kûrtir bin. Ji ber ku tenê wî dîtiye ku jin bûye qurbana siyasetên desthilatdar û baviksalarî.

'ARMANC NASKIRINA RASTIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN E'

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan Xelîl Behro destnîşan kir ku armanca wan ew e ku rastiya Rêber Abdullah Ocalan bi rêya xelekên xwendinê bigihînin gelan û got: "Gelên herêmê bi hemû pêkhateyan rastiya Rêber Abdullah Ocalan û kûrahiya felsefeya wî nizanin. Tiştê ku ew dizanin tenê ew e ku Rêbertî ji bo wan xetekî sor e. Ji ber ku ew ji bo azadiya wan tê dikoşe. Ji ber wê jî pêwîst e em felsefeya wî bidin naskirin."

Behro diyar kir ku bêyî naskirima rastiya Rêber Abdullah Ocalan rastiya komploya navneteweyî ya li dijî wî nayê naskirin û got: "Xelekên me dê ji bo hemû pêkhateyan bidomin."

Behro bang li pêkhateyan kir ku berê xwe bidin xwendina analîzên Rêber Abdullah Ocalan da ku azadiya wî ya fîzîkê were pêkanîn û civakeke demokratîk li ser bingeha paradîgma felsefeya neteweya demokrayîk were avakirin.

(mh)