`Azadiya Rêber Abdullah Ocalan mîsogeriya hevjiyana azad e`

Şêniyên kantona Minbicê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û got gelên herêmê bawer dikin ku bidawîkirina tecrîdê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan erka wan e û beşeke têkoşîna wan a ji bo aştiyan cîhanî, demokrasiyê û bidestxistina hevjiyana azad e.

`Azadiya Rêber Abdullah Ocalan mîsogeriya hevjiyana azad e`
15 gulan, 2024   15:19
MINBIC

Şêniyên bajarê Muhteriq û bajarokê El Farat ên kantona Minbicê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî, daxuyaniyek da. 

Endamê Komtîeya Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Remî El Hemdo daxuyanî li pêşiya Meclisa Sivîl a bajarê Muhteriq xwend.

Di daxuyaniyê de tecrîd û îşkenceya li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê kirin, hate şermezarkirin. Her wiha hate diyar kirin ku gelên herêmê bawer dikin ku bidawîkirina tecrîdê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan erka wan e û beşeke têkoşîna wan a ji bo aştiyan cîhanî, demokrasiyê û bidestxistina hevjiyana azad e.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dijmin bi rêya narkotîkê, fitneyê hewl didin hêzên stratejîk anku ciwanan têk bibin.

Bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku fişarê li dewleta Tirk bikin ji bo ku tecrîdê bi dawî bikin û Rêber Abdullah Ocalan azad bikin.

(şx)

ANHA