Li rojavayê Helebê leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin

Di encama topbarana çeteyên Heyet Tehrîr El Şam a li dijî nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê ya li rojavayê Helebê de, leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin.

Li rojavayê Helebê leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin
15 gulan, 2024   15:10
Navenda nûçeyan

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di encama topbarana çeteyên Heyet Tehrîr El Şam a li dijî nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê yên li eniya Foca 46 a rojavayê Helebê de, leşkerekî hikumeta Şamê hatiye kuştin.

Bi vê daneyê re, hejmara leşkerên hikumeta Şamê yên di êrişên cuda de ji destpêka salê ve hatine kuştin, derket 130’an.

(şx)