Li Minbicê têkildarî hilbijartinan panel

Yekitiya Rewşenbîran a kantona Minbicê û Partiya Sûriya Pêşerojê bi dirûşma "Hilbijartinên şaredariyê berpirsiyariya hemûyan in" panelek li dar xist. Di panelê de pêşniyarî û nêrînên li ser xebata hilbijartinan hatin nîqaşkirin.

Li Minbicê têkildarî hilbijartinan panel
Li Minbicê têkildarî hilbijartinan panel
Li Minbicê têkildarî hilbijartinan panel
Li Minbicê têkildarî hilbijartinan panel
Li Minbicê têkildarî hilbijartinan panel
Li Minbicê têkildarî hilbijartinan panel
Li Minbicê têkildarî hilbijartinan panel
Li Minbicê têkildarî hilbijartinan panel
Li Minbicê têkildarî hilbijartinan panel
15 gulan, 2024   17:17
MINBIC

Yekitiya Rewşenbîran a kantona Minbicê û Partiya Sûriya Pêşerojê (şaxê Idlibê) ji bo nîqaşkirina hilbijartinan li kantonê panelek li dar xist. Di panelê de şandeya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê, Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyeyê û Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdar bûn. Panel li pirtûkxaneya Mihemed Mela Xezîl a rojavayê bajêr hat organîzekirin.

Di panelê de hevserokê Meclisa Idlibê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed Şeban diyar kir ku hilbijartin pêkanîna pratîkî ya Hevpeymana Civakî ye û ji bo xurtkirina binesaziya welat û welatiyan girîng e.

Şeban diyar kir ku xebata hilbijartinê mafê her welatiyekî ye û mafê her welatiyekî ye ku kesê guncaw hilbijêre. Eger welatiyek bibîne ku ew li gorî mercan e ku erkê xwe pêk bîne, erkê wî ye ku xwe ji bo hilbijartinan pêşniyar bike û bibe namzet û rola ku ew ê bilîze jî diyar bike.

Piştre beşdaran li ser girîngiya hilbijartinan, girîngiya hebûna kesên guncaw di cihên guncaw de û bandora erênî ya hilbijartinan li ser aliyên xizmetguzarî û jiyanî yên bajêr û herêmê bi giştî, nîqaş kir.

(mh)

ANHA