Kalkan: Li Îmraliyê hîleya hiqûqê tê meşandin 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan anî ziman ku cezayên dîsîplînê yên bi rêk û pêk li Rêber Abdullah Ocalan têne birîn hîleyeke hiqûqê ye ku ji bo astengkirina biryara jinûve darizandinê tê kirin.

Kalkan: Li Îmraliyê hîleya hiqûqê tê meşandin 
15 gulan 2024   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan tevlî bernameya taybet a Medya Haber Tv bû û derbarê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, hîleyên hiqûqî yên saziyên navneteweyî yên li ser Îmraliyê, çalakiyên li zindanan û li qada civakî, êrîşên dagirkeriyê, şerê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, deklarasyonên KJK û PAJK'ê û mijarên din ên di rojevê de nirxandinên girîng kirin. 

Nirxandina Dûran Kalkan wiha ne:

Beriya her tiştî berxwedana Îmraliyê ya dîrokî û Rêber Apo bi hurmet silav dikim. Di çarçoveya pêngavê de li dijî êşkence, tecrîd û sîstema qirkirinê ya Îmraliyê çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam dikin. Çalakiyên girseyî li her qadê hene. Gaveke hêjayî nirxandinê ew e ku nameyek ji qada derve ji bo hişyarkirina CPT hate şandin. Gelek rewşenbîr, sendîkavan, hunermend û siyasetmedar gihîştin hev. Girîng bû, hişyariyek bû.

Di sîstema tecrîdê de guhertinek nîne. Di vê çarçoveyê de hin daxuyanî hatin dayin. Rapora CPT ji hin aliyan ve mikurhatin bû. Ji hin aliyan ve jî bi rastî ne ya fêhmkirinê bû. Li gorî daxuyaniyan CPT dibêje, 'Em saziya bicîhanînê ne. Yanî dezgehek pêkanînê ya girêdayî Konseya Ewropayê, ya girêdayî dewletan e. Em raporê didin wan. Eger ew bixwazin wê bê eşkerekirin, nexwazin wê neyê eşkerekirin. Erk û hêza me nîne ku em raporekê jî eşkere bikin'. Di vê çarçoveyê de daket asta ku bibe saziyek girêdayî hikumeta AKP-MHP'ê. Nikarin raporekê jî eşkere bikin.

MIROV JÊ RE BIBÊJE 'KOMÎTEYA VEŞARTINA ÊŞKENCEYÊ' HÎN BÊHTIR GUNCAW E

Di rewşeke bi vî rengî de gotina Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê lê nayê. Kî êşkenceyê dike? Dewlet dikin. Her hal ne ji bo wê yekê ye ku yên di nava civakê de êşkenceyê bikin asteng bike. Hêz di destê dewletê de ye. Saziyek ku weke karmendê rêveberî û van dewletan e, nikare êşkenceyê asteng bike, tenê dikare veşêre. Lewma gotina 'Komîteya veşartina êşkenceyê' hîn bêhtir lê tê. Lê belê em ji daxuyaniyên hin hiqûqnasan, bi taybetî jî ji daxuyaniyên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê fêhm dikin. Welê nîne. ew jî dibêjin, erka CPT gelekî zêde ye. Lê belê dema mijar dibe Îmrali, dibe Rêber Apo, dibe Kurd vê bi kar nînin. Li gorî rêveberiyê, desthilatdariyê tevdigere. Lewma li aliyê êşkenceyê tevdigere. Bêguman ev jî tê fêhmkirin. Dema ku mirov li navê wê dinihêre, daxuyaniya parêzeran, hiqûqnasan hîn aqilane tê dîtin. Ji ber ku erka xwe di gelek mijaran de bi kar aniye. Tenê dema mijar dibe Îmrali, dibe Rêber Apo bi kar nînin. Got, 'Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) wê bi cih bianiya, lê pêk neanî'. Dibe ku rast be. Ji ber ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê beriya çed salan ji bo jinûve darizandina Rêber Apo biryar da, lê biryara xwe bi cih neanî, neşopand. Bû 25 sal lê hîn jî tiştek nekiriye. Ew jî fermanê werdigire. Di bin fermana siyasetê de ye. Hiqûqî nîne.

Di karê DMME'yê de rola CPT çi ye? Eger CPT biketibûna nava hewldanan gelo wê DMME karibûya bi rengekî cuda tevbigeriya? Li wê derê li gorî hev tevdigerin. Ya rast Konseya Ewropa, hikumeta Tirkiyeyê, DMME, CPT, yanî NATO û dewletên Yekîtiya Ewropayê, her wiha Neteweyên Yekbûyî, hemû dewlet li gorî vê tevdigerin. Û saziyên cuda bi saziyên pêwendîdar hemûyan re tiştekî hevpar dimeşînin. Organên wan ên bicihanînê li ser bingeha van cezayên dîsîplînê yên pûç siyaset diyar kirin. Asteng kirin ku Rêber Apo di sala 25'an de jinûve neyê darizandin û azadiya fîzîkî ya wî misoger nebe. Biryara DMME'yê ya jinûve darizandinê asteng kirin, vala derxistin. Di vir de hevkariyeke sûc heye. Nêrîneke hevpar heye. Ne bi vî rengî bûya Wezîrê Edaletê yê Tayyîp Erdogal welê bêperwa nediaxivî. Ewqasî heqaret nedikir, henekê xwe nedikir, helwesteke bi vî rengî nîşan nedida. Gotina 'Li Îmraliyê tecrîd nîne, her tişt baş bi rê ve diçe' nîşan dide ku pişta xwe çiqasî qewîn e, zane ku kes li ber ranabe. Divê bi vî rengî bê nirxandin.

NE TENÊ JI BO ASTENGKIRINA HEVDÎTINÊ, HER WIHA JI BO ASTENGKIRINA BIRYARA JINÛVE DARIZANDINÊ YA DMME'YÊ VÊ DIKIN

Herî dawî cezayê dîsîplînê yê pûç eşkere kirin ji bo 3 mehan. Parêzeran gotin, ji bo astengkirina hevdîtinê vê dikin. Belê, ev dibe ku aliyekî wê be. Lê belê me timî bal kişand ser tiştekî. Ew tespît têrê nake. Ne tenê ji bo astengkirina hevdîtinê, di heman demê de ji bo astengkirina biryara jinûve darizandinê ya DMME'yê vê dikin. Divê hiqûqnas bi vê zanibin; ji bo astengkirina mafê jinûve darizandinê yê di sala 25'an de ev kirin. CPT, DMME, Konseya Ewropayê û saziyên dewleta Tirkiyeyê li hev kom bûn, li ser fikirîn ku vê yekê çawa dikarin pûç bikin, li rêyeke hevpar geriyan û ev peyda kirin: Cezayên dîsîplînê. Tirkiye dike. Dide wan; dibêje saziyên me yên hiqûqî têkildarî wê derê xwedî biryarên dadgehê ne. Weke girtiyekî bê dîsîplîn nîşan didin û dibêjin, jinûve darizandin ne pêwîst e. Jinûve darizandin hinekî li gorî helwesta kes a li girtîgehê jî tê nirxandin. Bi rengê herî neyînî wî nîşan didin. Hiqûqa Ewropayê hiqûqa şeklî ye. Bi esasê mijarê ve mijûl nabe, kirasekî lê dikin. Bi vî rengî asteng kirin.

Ez 6 salan girtî mam. Hiqûqnas nînim, lê belê 6 salan em ranezan. Me hinekî sîstema ceza ya Ewropayê lêkolîn kir. Li Ewropayê cezayê muebbetê 15 sal e. Cezayê herî giran 25 sal e. Piştî 25 salan divê teqez jinûve bê darizandin. Li Îmraliyê jî hiqûqa Ewropayê derbas dibe. Hiqûqa dewleta Tirkiyeyê jî heye lê belê sîstema Îmraliyê sîstemeke ku ji aliyê Konseya Ewropayê, ji aliyê CPT ve hatiye birêxistinkirin. Rêber Apo got, 'Dema hatim vir, min CPT li pêşberî xwe dît'. Lewma li gorî hiqûqa Ewropayê diviyabû di sala 25'an de teqez jinûve darizandin bihata kirin. Ji bo vê asteng bikin ev yek kirin û asteng kirin jî. Divê ev yek bê dîtin.

TÊKOŞÎNA HIQÛQÎ YA RÊBER APO ASTENG KIRIN

Têrê nedikir ku dewleta Tirk bigota qanûnên min vê yekê ferz dike. Bi kirasekî bi vî rengî yê hiqûqî asteng kirin. Dixwazim bêm ser vê yekê. Rêber Apo 25'ê Adara 2021'ê dema ku bi birayê xwe re bi kurtî bi telefonê axivî çi got? Parêzerên min nayên. Got, hûn hemû di vê rewşê de sûc dikin. Niha em hemû tê de ne. Me çi sûc kir? Me sûcê wê yekê kir ku rewş fêhm nekir. Çima dema ku birayê wî axivî got, 'tu diaxive, lê belê parêzer neaxvin'. Ji ber ku karê xwe bi parêzeran re hebû. Wê çi bikira? Ev rewş dît. Hîle tê kirin. Li hemberî hîleyê ji bo têkoşîna hiqûqî bimeşîne wê li ser parêzeran biketibûya nava hewldanan. Lê belê bi astengkirina hevdîtina parêzeran, bi cezayên pûç ên dîsîplînê kirasekî hiqûqî lê kirin. Bi vî rengî têkoşîna hiqûqî ya Rêber Apo asteng kirin. Divê ev yek bê dîtin.

Lewma yên ev kirin, yên ku nekarîn vê asteng bikin sûc kirin. Madem têkoşîna Rêber Apo asteng kirin, wê demê diviyabû em têbikoşiyan. Têkoşîna me ji bo têkbirina hîle û lîstikan têrê nekir. Yanî me nekarî xwe ji sûcdariyê rizgar bikin. Beriya her tiştî em ê bi vî rengî binirxînin. Bi dîtina min divê mirov rewşê bi vî rengî bibîne. Em hemû di nav vê de ne. Ji ber ku me di dema xwe de nedît û karekî ku vê lîstikê têk bibin nekir. Ya ku me kir têrê nekir. Belê têkoşîn hate meşandin, çalakî hatin kirin, em pêngavê dimeşînin, lê bala xwe bidinê, ev hemû têrê nakin. Wê demê divê em vê rewşê binirxînin. Kêmasiyên xwe bibînin. Em li ku devera pênaseya sûc a Rêber Apo ne, divê em vê bibînin. Ji bo vêhmkirina rewşê û rizgariya ji van kêmasiyan divê em bi rexnedayinê nêzîk bibin.

 HÎLEYAN DIKIN, DIXWAZIN ME HÎNÎ VÊ REWŞÊ BIKIN

Belê, niha çalakî têne lidarxistin, têkoşîn dewam dike. Em li her qadê çalakgeran silav dikin. Li derveyî welat jî, li çar parçeyên Kurdistanê jî gel li ser piyan e, jin li ser piyan e, dayikên me li ser piyan e. Daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li tevahiya cîhanê belav dibe. Ev hemû pêşketin e. Lê belê bala xwe bidin ser ku têra têkbirina lîstikê nakin. Hîleyan dikin. Li pêş çavên mirovan hîle kirin. Û piştre jî bi vê rewşa kêmayî dixwazin me hînî vê rewşê bikin. Em bibêjin ku vê carê em ê hîn nebin.

Timî qala berxwedana li zindanan tê kirin. Zindan li ber xwe dide, dibêjin em jî piştgiriya wan dikin. Berxwedana zindanan niha hinekî nêzî xeta rast bûye. Çawa nêzîk bûye? Gotin, em ê hînî vê nebin. Em ê nebin hevparê vî sûcî. Gotin, em ê tiştên ku ev dewlet dide me bi kar nînin. Ji ber ku neheqî tê kirin. Bi rengekî cuda nêzî Rêber Apo dibin, bi rengekî cuda nêzî wan dibe. Gotin, hewl dide me ji Rêber Apo qut bikin. Eger ji bo Rêber Apo ev tişt tine be, çima ji bo me heye? Em tevlî Rêber Apo bûne. Wê demê dixwazin me bikişînin ser rêyeke cuda. Wê nikaribin me bikişînin. Em ê li ser xeta Rêber Apo bin. Gotin, em hemû têkiliyên xwe yên bi dewletê re qut dikin. Çiqasî dikin, çiqasî haya xwe ji vê yekê heye nizanim lê belê xeta çalakiyê ya nû vê yekê nîşan dide. Ev yek nêzîkbûna li rastiyê ye. Rêber Apo çi got? Got, li Îmraliyê binerin rastiya Kurdan bibînin. Em ê li Rêber Apo binihêrin. Bêguman her kesên ku dibêje Kurd ê azad im, wê bibîne ku divê çawa be. Hevrêyên li zindanan têkiliyên xwe yên bi dewletê re birîn. Gotin, em ê bi pîvanên Rêbertî bijîn. Her kesên ku dibêjin em piştgiriyê didin zindanan bila bi wî rengî bibêjin. Bila her kes li hemberî dewletê helwestê nîşan bide.

Divê em çalakiyên heyî binirxînin. Bi rastî jî divê em kêmasiyên xwe bibînin. Divê em xwe têrker bikin. Pêvajo cidî ye. Bi vî rengî divê her sal bibe nirxandina rewşa jinûve darizandina Rêbertî. Ji bo vê yekê asteng bikin timî cezayên dîsîplînê didin, wê van cezayên pûç timî bidin. Ev yek ji xwe re kirin xetek û wê bi vî rengî dewam bikin. Eger ev rewş neyê têkbirin, her kes wê hînî vê bibe û bi vî rengî jî wê dewam bikin. Divê êdî em vê yekê rawestînin. Em di vê nuqteyê de ne. Nabe ku em bi rewşa heyî ya têrê nake qîma xwe bînin. Divê em pêngava çalakiyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xurt bikin, belav bikin. Divê em çalakiyên xwe dewlemend bikin, xurt bikin, mezin bikin. Çawa ku dibêjin divê em qiyametê rakin, em niha di pêvajoyeke bi vî rengî de ne. Bi tiştên bi vî rengî nerm nabe.

Lewma em vê rewşê bi vî rengî dinirxînin. Bi vî rengî nameşe. Bi çalakiyên bi vê rêbazê em ê nikaribin encamê bi dest bixin, wê demê divê em çareyê di xwe de bibînin. Nabe ku em bibêjin filan nake, bêvan nake. Divê em bi xwe bikin. Em ê hêza xwe ya çalakiyê bilind bikin. Divê her kes vê bibîne. Divê em hemû binirxînin. Bêguman weke gel, tevger, dost, her kes vê binirxîne. Hin daxuyanî tên kirin ji derveyî welat, ji hiqûqnas, akademîsyenan. Dibêjin, sûc e. Nîqaşkirina vê jî nabe. Li hemberî vê yekê divê her tişt bê kirin. Bi rastî jî divê her tişt bê kirin. Her kes li cihê ku lê ye divê karibe her tiştî bike. Divê em di rewşeke bi vî rengî de bin. Bİ kurtasî êdî dema gotinê qediya ye. Bi gotinê tiştek nabe. Çalakî divê, çalakiyên encamgir divê. Bang li her kesî dikim ku vê rewşê bi vî rengî binirxîne. Em bi xwe di nava nirxandineke bi vî rengî de ne. Yanî ya pêwîst çi be em ê hewl bidin pêk bînin.

HEMÛ GEŞEDANÊN DI NAVA PKK’Ê DE BI SAYA TÊKOŞÎNA ŞEHÎDAN PÊK HATIN

Ez di serî de di 47’emîn salvegera şehadeta şoreşgerê mezin hevrê Hakî Karer û di şexsê wî de hemû şehîdên me yên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Ez di 48’emîn sala şehîdan de dubare soza pêkanîna armanc û zindîhiştina bîranînên şehîdan didim. Ez dîsa di 51’emîn salvegera şehadeta yek ji pêşengê şoreşa Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya û di şexsê wî de şehîdên şoreşê yên Tirkiyeyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.

brahîm Kaypakkaya di 18’ê Gulana 1973’yan de bi êşkenceyê hate qetilkirin û şehîd bû. Her wiha hevrê Hakî Karer jî di 18’ê Gulana 1977’an de ji aliyên heman hêzan ve bi êşkenceyê hate qetilkirin û şehîd bû. 4 salan piştre jî meha Gulanê ji bo şoreşgerên Tirkiyeyê jî bû meheke şehîdan.

Di 6’ê Gulanê de Denîz, Yûsûf û Huseyîn hatin îdamkirin. Di 9’ê Gulanê de hevrê Ûlaş Bayraktaroglû şehîd bû. Dawiya meha Gulanê salvegera şehadeta Sînan Cemgîl û hevalên wî ye. Şoreşgerên Ereb jî 16’ê gulanê weke roja şehîdan qebûl dikin. Di 16’ê Gulana 1916’an de rewşenbîrên Ereb ji aliyê Îtîhat û Terakîyê ve hatibûn qetilkirin. Ez bi rêzdarî û minetdarî hemû van şehîdên ku li dijî dagirkeriyê li ber xwe dane û şehîd bûne jî bi bîr tînim. Em di têkoşîna ku me şoreşên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hev re bi pêş ve birine de bîranîna van şehîdan zindî dihêlin û şopdarê wan in.

Di heman demê de em bîranînên van şehîdên ku me girêdayî tifaqa Kurd û Ereban têkoşîna demokratîk ya Rojhilata Navîn pêş xistiye jî zindî dihêlin û dubare bi rêzdarî bi bîr tînin. Weke tevger em ê vê yekê bidomînin jî.

Ji bo ku karektera tevgera me were zanîn ez dikarim van yekan bilêv bikim. Rêber Apo tim dianî ziman ku ew ji nava têkoşîna li dijî derbeya 12’ê Adara 1971’an de derketiye û girêdayî xwedîlêderketina bîranînên şehîdan, berê xwe daye birêxistinbûn û çalakiyên şoreşgerî. Yanî ji bo ku rast xwedî li bîranînên şehîdan derkeve dest bi vê têkoşînê kir. Ji bo xwedîlêderketina bîranîna Denîzan, Îbrahîman û Mahîran… Piştre jî got ku PKK armanca birêxistinkirin û çalakîkirina bîranîna Hakî Karer e. Bi awayekî zelal eşkere kir ku şehîd PKK’yî ne û di terzê PKK’yê de jiyane. Rêber Apo, Hakî Karer weke ruhê xwe yê veşartî pênase kir. PKK’yê piştî çend salan 18’ê Gulanê weke Roja Şehîdên Kurdistanê pênase kir û îlan kir. Bi rastî gava em li PKK’yê û têkoşîna wê dinêrin em dibînin ku hemû geşedan bi saya têkoşîna şehîdan pêk hatine. Girêdayî xwedîlêderketina bîranîna şehîdan pêş ket û pêk hat. Têkoşîna Hîlvanê ew têkoşîn bû ku ji bo bîranîna Halîl Çavgûnî hate pêşxistin. Halîl Çavgûn di çalakiya bîranîna salvegera şehadeta Hakî Karer de ji aliyê dijminê faşîst û dagirker ve hate qetilkirin û şehîd bû. Têkoşîna Hîlvan a dîrokî girêdayî rast xwedîlêderketina bîranîna şehîdan pêş ket.

Têkoşîna zindanan; weke mînak em Çaran bidin, yan jî Ferhat Kûrtay û hevalên wî… Têkoşîna Mazlûm Doganî bi 14’ Tîrmehê ve girê da. Bû sedem ku têkoşîna dîrokî ya li zindanan ew qas mezin bibe. Di 17’ê Gulanê de qewimî. Çima? Çi ji Ferhat Kûrtay û hevalên wî re bû îlham? Salvegera şehadeta Hakî Karer û hêza ku ji şehîdî girt. Rast xwedîlêderketin û hewla zindîhiştina bîranîna wî bû sedema vê yekê û têkoşîna zindanan ya mezin derket holê. Girêdayî Têkoşîna Hîlvanê, têkoşîna li zindanan û piştre jî pêngava 15’ê Tebaxê meha Gulanê bû meha çalakiyan. Di hemû rojên vê mehê de bi dehan çalakî hatine kirin û xwe gihandiye roja me ya îroyîn. Artêşeka mezin a şehîdan ava bû û derket holê.

ŞEHÎD VÊ TÊKOŞÎNÊ SERKARÎ DIKIN

Şehîd vê têkoşînê serkarî dikin. Şehîd vî gelî perwerde dikin û li dora hev kom dikin. Şehîdên me ew kes in ku bi awayê herî rast tevkî xeta Rêbertî bûne û bi awayê herî rast li ser wê xetê tevgeriyane. Ji bo rastfêmkirin û pêkanîna serkeftî ya rastiya Rêbertî berîya her tiştî hewcedarî bi rastfêmkirin û şopdariya rastiya şehîdan heye. Gelekî zêde girêdayî hev in. Ji ber vê yekê 18’ê Gulanê weke Roja Şehîdan hate qebûlkirin.

 Di nava vê mehê de gelekî şehîdên me çêbûn. Hema bibêje hemû rojên vê mehê salvegera şehadeta bi dehan şehîdan e. Ji ber vê yekê meha Gulanê bûye maha şehîdan. Ne tenê biryar û pênaseyek e, her wiha rastiyeke jiyanê ye. Erê pênasekirin jî heye lê belê rastiyeke jiyanê ye. Em dibînin ku têkoşîna Hakî Karerî gav bi gav têkoşîneke birêxistinkirî ava kir. Artêşeke şehîdan bû pêşengiya vê têkoşînê. Wan têkoşîn da meşandin. Ji ber wê yekê çawa ku Tevgera me 18’ê Gulanê weke Roja Şehîdan qebûl dike, hewce ye gelê me jî meha Gulanê weke Meha şehîdan qebûl bike. Em li ser vî esasî wan meha Gulanê bi bîr tînin, dinirxînin û xwedî li şehîdan derdikevin.

Bêguman du rêyên rast yên xwedîderketina bîranîna şehîdan heye. Yek jê rastfêmkirin û resttevlîbûna rastiya şehîdan yanî rastiya Rêbertî ye. Fêmkirina xetayê û çareserkirina kêmasiyê ye. girêdayî xeta şehîdan rexnedayîn û xwenûkirin e.

Rêber Apo gotiye: ‘’Hewce ye hemû welatparêz û şoreşger vê yekê bikin. Di vê meha Gulanê de em weke gel û Tevger, şoreşger û welatparêz em hemû wiha tevdigerin. Hewce ye wisa bikin. Ger em bixwazin şehîdên xwe ras fêm bikin, hewce ye em xwe bi rastiya şehîdan nû bikin, xwe biguherînin û bi awayê herî rast tevbigerin û wê demê em ê nêzî vê rastiyê bibin. Ger hest, raman, zîhniyet û hereketên me yên dûrî rastiya şehîdan hebin hewce ye em xwe ji wan xilas bikin. Hewce ye em xwe bi pîvan, ruh, hest û ramanên şehîdan pêş bixin. Bi van yekan em ê nêzîkî jiyana şehîdan bibin. Emê mesafeyê dûr nexin.’’ Em ê hemû caran nêzî şehîdên xwe bijîn. Em ê li ser xeta şehîdan bijîn û bixebitin. Têkoşîna xwe berdewam bikin.

Helbet xala duyem jî têkoşîn e. Têkoşîna ji bo rastxwedîlêderketina bîranîna şehîdan û pêkanîna armanca wan e.

Şehîd, şehîdên vê têkoşîna azadiyê ne. Bi hemû giyanê xwe ji azadiya Kurdistanê, azadiya jinan û azadiya civakî bawer kirin û têkoşîneke ku hemû hebûna xwe jê re feda kirin, dane meşandin. Ew qas zêde girêdayî azadiyê bûn. Xeta azadiyê bi vî rengî qebûl kirin ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pênasekirin. Wiha jidil tevlî bûn û bêdudilî têkoşîn meşandin. Rastiya şehîdan vê yekê îfade dike. Rastiyeke têkooşînê ye. Wê demê em ê li ber xwe bidin. Em ê têkoşînê mezintir bikin. Em ê her derê têkoşîna azadiyê, derfetên wê di astên herî bilind de pêş bixin. Bi rêbazeke din rastxwedîlêderketina bîranîna şehîdan ne pêkan e. Meh û Roja Şehîdan awayekî din nayê jiyîn û fêmkirin. Ger em rastjiyînê ji xwe re bikin armanc, bêguman jiyana rast ev e. Jiyana rast şehîd bi xwe ye. Wê demê em ê jî şehîdan rast fêm bikin û rast bijîn û xwe bigihînin wê derê. Armanca me ew e. em ê girêdayî wê yekê bijîn û têbikoşin. Awayekî din nabe û ne pêkan e.

Têkildarî vê yekê ez bi taybetî jî xizmên şehîdan, malbatên şehîdan û dayîkên şehîdan silav dikim. Wê vê rastiyê baştir fêm bikin û temsîl bikin. Wê ji bo pêkanîna armancên şehîdan zêdetir xwe birêxistin bikin û li ber xwe bidin. Wê ji bo perwerdekirin û birêxistinbûna civakê li ser xeta şehîdan û girêdayî rastiya Rêbertî zêdetir hewl bidin û kar bikin. Hewce ye em weke partî û kadro vê yekê bikin. Lê belê ev erk û berpirsiyarî dikeve ser milên xizmên şehîdan jî. Hewce ye em vê yekê careke din bilêv bikin. Şehîdên me, me birêxistin dikin, perwerde dikin û me bi ba hev digirin. Hemû caran li her derê sereketirîn çavkaniya hêza me şehîdên me ne. Em hêza xwe ji wan digirin. Di hemû tengasiyan de em ji şehîdên xwe hêzê digirin. Çareseriyê di xeta şehîdan de peyda dikin. Girêdayî rastfêmkirina rastiya şehîdan de em vîn, hîşmendî û îdîayê derdixînin holê. Ev rastiyeke eşkere ye. Çavkaniyeka me ya din a ku em jê hêzê digirin tune ye.

Rastiya Rêbertî jî, dibe giştî rastiya şehîdan. Rêber Apo got, “Ez berdevkê şehîdan im.” Got, “Ji bo xeta şhîdan rast were meşandin, ez di nava hewldanê de me û dîsa hewl didim ku bi rengekî rast xwedî li xeta şehîdan bê derketin û rast bê fêmkirin.” Hemû şehîd, di nefesa xwe ya dawî de ji bo xeta Rêbertî, bixin meriyetê şehîd bûn. Gotin, bijî Serok Apo. Ji bo xeta Rêber Apo derbasî nava jiyamê bibe, ji bo serketinê qîr kirin. Bi jiyan û têkoşîna xwe, bi şehadetên xwe şahidî ji vê serketin û rastiya xetê re kirin. Şehîd tê wateya şahid. Şahidê çi? Şahidê rastî û serketina doza ku ji bo wê can tê dayîn. Niha zêdeyî 50 hezar şehîdên me hene. Wê demê fikir, paradîgma û xeta PKK-PAJK’ê bi ev qas şahidan hatiye piştrastkirin, serketina wê jî ev qas bi şahidan hatiye îspatkirin. Wê demê teredut ji vê yekê nayê kirin, guman nîne. Nêzîkatiyên lewaz nabin. Ev rastî hene, lewma em nikarin bi rengekî cudatir bijîn. Nikarin pîvan û armancên cuda deynin pêşiya xwe. Rast fêmkirin wiha dibe.

Herî dawî, ez vê jî bêjim. 16’ê Gulanê salvegera Komkujiya Hewlêrê ye. Di şexsê hevrê Salih, Hêlîn û Ozan de ez şehîdên me yên komkujiyê bi bîr tînim.

Xiyanet û hevkarî çiye, em rast fêm bikin. Komkujiya Hewlêrê çawa qewimî? Çibû û îro hevkarî û xiyanet çi dike; ji bo baş were dîtin, girîng e. Rastiya şehîdan vê yekê nîşanî me dide. Têkoşîna li dijî mêtingerî, qirkirin û faşîzmê, ji têkoşîna li dijî hevkarî û xiyanetê qut nabe. Divê em vê rastiyê jî bibînin û rast fêm bikin.

Li ser vî bingehî di şexsê hevrê Hakî Karer de, ji Mehmet Karasûngûr heta Kasim Engîn ez hemû şehîdên me yên meha Gulanê û di şexsê wan de hemû şehîdên me yên têkoşîna azadiyê car din bi rêzdarî bi bîr tînim. Em ê bîranînên wan di têkoşîna xwe ya azadiyê de hîn bi xurttir bidin jiyîn.