Çeteyên ˊTehrîr El Şamˊ li dijî xwepêşandêran hemle daye destpêkirin

Çeteyên ˊTehrîr El Şamˊ (Cebhet El Nusra ya berê) li dijî xwepêşandêrên li hember wê derketine, hemle daye destpêkirin.

Çeteyên ˊTehrîr El Şamˊ li dijî xwepêşandêran hemle daye destpêkirin
15 gulan, 2024   16:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ji xelkê Idlibê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de da zanîn ku çeteyên ˊHeyet Tehrîr El Şamˊ ji duh ve bi sedan çete û erebe doçka li ser di hundirê Idlibê de bi cih kirine.

Her wiha çeteyên Heyetê gelek bend li têketin û ketina bajêr danîne û kesên derbas dibin kontrol dikin ku xwepêşandêrên li dijî wê û dijî Ebû Mihemed El Colanî derketine, bigirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên ˊHeyet Tehrîr El Şamˊ xwepêşandan hatin lidarxistin. Duh jî çeteyên ˊHeyet Tehrîr El Şamˊ konekî protestoyê bi darê zorê û bi hêza çekan piştî lêdana li dijî xwepêşandêran, rakir.

(mh)