Cotkaran bang li Rêveberiya Xweser kir: Bihayê kirîna ceh diyar bike

Cotkarên ceh çandine bang li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kir ku bihayê kirîna ceh li sûkê diyar bike da ku rê li ber keysbaziya bazirganan bê girtin.

Cotkaran bang li Rêveberiya Xweser kir: Bihayê kirîna ceh diyar bike
Cotkaran bang li Rêveberiya Xweser kir: Bihayê kirîna ceh diyar bike
Cotkaran bang li Rêveberiya Xweser kir: Bihayê kirîna ceh diyar bike
Cotkaran bang li Rêveberiya Xweser kir: Bihayê kirîna ceh diyar bike
Cotkaran bang li Rêveberiya Xweser kir: Bihayê kirîna ceh diyar bike
15 gulan, 2024   07:35
EYN ÎSA

Cotkarên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku ceh çandine di zehmetiyên firotina berhema xwe bi bihayekî guncaw, dikişînin. Ji ber ku hin bazirgan bihayan li gorî xwe diyar dikin û keysbaz dikin. 

Ev cûreyê çandiniyê ji bo şêniyan çavkaniya jiyanê ye. Îsal piranî cotkaran ev berhem hem bejayî hem avî çand. Çandina ceh bi hevrûkirina çandina genim, peqle û kemûnê re xwedî lêçûneke kêm e. pêdiviya ceh bi ava kêm heye.

Pêwîstiya çandina ceh jî wek berhemên din wek genim bi cotkirin, tov, çinîn, tûr, veguhastin...hwd heye.

Piraniya cotkar neçar dimînin ku berhemê xwe bifiroşin da ku lêçûna çandiniyê derxin. Lê belê pirsgirêk ew e ku bihayê kirîna li sûkê li gorî lêçûna çandina wê kêm e. Cotkar diyar dikin ku bazirgan bi bihayê dilîzin.

Cotkar Hemûd Îsmaîl ê ji gundewarê Girê Spî ya kantona Firatê got: "Berhema ceh li herêma me ji berhemên girîng e. Cotkar û xwedî pez wê ceh diçînin. Lê belê bihaya wê li sûkê kêm e. Ew jî ji ber keysbaziya hin bazirganan e da ku rêjeya mezin a berhemê di mewsina çinînê de bikirin û ji hewcedariya cotkaran sûd wergirin."

Îsmaîl bang li Rêveberiya Xweser kir ku bihayê kirîna ceh li sûkê wek genim diyar bike da ku bazirgan keysbaz nekin.

Cotkar Ehmed Mihemed got: "Rast e lêçûna çandina wê li gorî berhemên din kêm e. Lê belê bihayê kirîna wê li sûkê hindik e. Pêwîst e aliyên berpirs ên Rêveberiya Xweser bihayê kirîna ceh bi rêya komîteyên pispor diyar bike û wê bixin nav berhemên destekkirî. Ji ber ku ew jî di pêşxistina aboriyê de roleke girîng dilîze."

Rêveberiya Xweser heta niha bihayê kirîna ceh diyar nekiriye. Di 24'ê Adarê de biryara /2/ derxist. Li gorî wê derxistina ceh ji bo derveyî herêmên Rêveberiya Xweser bi rêya deriyên fermî erê kir.

(mh)

ANHA