Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di şeva 24`ê mehê, di saet 12:30`an de êrişî gundê Mielek ê bakurê navçeya Eyn Îsayê, derdora navenda navçeyê, kampa Eyn Îsayê û rêya M4 kir.
Di encama êrişê de, di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şer û pevçûnên dijwar rû dan.
Şervanên QSD`ê çete û leşkerên Tirk dorpêç kirin û li gundê Mielek ê bakurê Eyn Îsayê 18 çete û leşkerên dagirkeriya Tirk kuştin.
Cenazeyên çete û leşkerên Tirk ku di destê şervanên QSD`ê de bûn, bi navbeynkariya Rûsyayê radestî dewleta Tirk a dagirker hatin kirin.
(cx)
ANHA