Karkerên Şaredariya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Armanca me xizmeta ji civakê re ye

Karkerên Şardariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye mîna şaneyeke mêşên hingiv dixebitin û her du taxan paqij dikin. Karker dibêjin armanca wan a sereke xizmeta ji civakê re ye.

1 gulan, 2024   10:21
HELEB
MIHEMED EBDO

1`ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê ye. Li 107 welatan ev roj betlane ye. Her wiha sedî 67`ê gelheya cîhanê karker an jî kedkar e. 

Kesên ku di kolanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê re di berbanga sibê de bimeşin, dibînin ku “leşkerên nenas” kolan paqij kirine.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê, 65 karker dixebitin. Bi şev û roj bi traktoran gemar û çopa di nava kolanan de radikin. Ev roj ji bo wan gelekî girîng e.

Tevî zehmetiyan û kêmbûna amûr, wesayît û sotemeniyê jî di encama dorpêçê de, lê belê karê xwe bi rêbazên alternatîf dikin, heta di rojên cejnê û betlaneyê de jî dixebitin.

Yekitiya Sendîkayên Karkeran a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) sala 1886`an banga lidarxistina boykotê di 1`ê Gulanê de kiribû. Zêdetirî 300 hezar karkerên li seranserê welêt tev li boykotê bûn û ew roj wek Roja Kedkar û Karkeran a Cîhanê hate naskirin.