Giyanê hevkariyê 6 jin kirin hevkarên kooperatîfekê

6 jin ji gundên navçeya Amûdê kooperatîfeke çandiniyê ava kir, ji bo ku debara xwe xwe bi xwe peyda bikin û aboriya herêmê bi pêş bixin.

1 gulan 2024   04:35
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN-EHMED SEMÎR

Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi roleke sereke di geşepêdana herêmê de radibin û cihê xwe di gelek qadan de digirin, bi taybet jî kooperatîfên çandiniyê. 

6 jinên ji gundewarên Amûdê ji bo pêşxistina aboriya xwe û ya herêmê kooperatîfeke çandiniyê ava kir. 2 ji wan ji bajarokê Tiweyz, 2 ji navçeya Amûdê, yek ji gundê Kerdo û yek jî ji gundê Hecî Nasir e.

Hêlîn Hisên yek ji endamên kooperatîfê ye. Hêlînê diyar kir ku ew erdê diajon, diçînin, derman dikin û semadê lê direşînin.

Jinan li 130 donimî şembelûlk çandine ku par genim lê çandibû.

Para Komîteya Aboriyê ji kooperatîfê ji sedî 25 e. Her jinek bi nêzî 2 milyon lîreyî tev li kooperatîfê bûye.

Çavdêra kooperatîfê Murra Zoro destnîşan kir ku ew ji van kooperatîfan armanc dikin, aboriya li herêmê bi pêş bixin, derfetên kar ji jinan re peyda bikin, fikra xwespartinê di nava civakê de bisepînin da ku di aliyê aborî de bi serê xwe bin.

Jina bi navê Kelsûm Esed Xelef endameke kooperatîfê ye. Kelsûm kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Dema têm vir, bi hev re diaxivin û kar dikin û şad dibim. Bi vî karî em tev li hilberandinê dibin û bi rolekê di pêşxistina aboriyê de radibin."

Kelsûmê diyar kir ku ruxmî pîr û nexweş e jî lê dîsa jî bi qasî dikare kar dike û destnîşan kir ku bi hevkariyê dikarin astengî û zehmetiyan derbas bikin.

Komîteya Aboriya Jinan a Kantona Cizîrê gelek kooperatîfên aborî û çandiniyê li kantonê ava kirine. Jê projeya Demsal li navçeya Tirbespiyê ya Qamişloyê ye, di vê kooperatîfê de di 4 demsalan de sebze têne çandin. Her wiha pêşengaha Mobîlya Star, kargeha konserwayê, werşeyên dirûtinê, dikan û firne hene.

(şx)

ANHA