Mueyed El Elî: Ne ji berjewendiya Iraqê ye ku li dijî PKK`ê piştgiriya Tirkiyeyê bike

Lêkolînerê ji Iraqê Mueyed El Elî bang li welatê xwe Iraqê kir ku li ser hesabê serdestiya Iraqê tawîzan nede dewleta Tirk û diyar kir ku Erdogan dixwaze li herêmên berfireh ên bakurê Iraqê xewna dewleta Osmanî vejîne.

Mueyed El Elî: Ne ji berjewendiya Iraqê ye ku li dijî PKK`ê piştgiriya Tirkiyeyê bike
1 gulan, 2024   03:35
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊXNÛR

Piştî 13 salan, serokkomarê Tirk Erdogan cara yekê serdana Iraqê kir. Têkildarî mijarê lêkolînerê Navenda Lêkolînên Stratejîk a El Hedef û yê ji Iraqê Mueyed El Elî got: "Her kes dizane di 10 salên dawîn de têkiliya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de ne baş bû. Di gelek dosyayên siyasî, aborî û ewlehiyê de nakokî hebûn. Bi taybet mijara avê û hewldana Tirkiyeyê ku para Iraqê jê kêm bike û bi awayekî neadil tev digere. Vê jî bi xwe re ewlehiya xwarinê xiste xetereyê. Li kêleka wê, destwerdana bakurê welêt dike, çi bejahî yan jî hewayî. Hincet jî, şerkirina li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye."

El Elî diyar kir ku siyaseta Erdogan, pragmatic e û di vê dawiyê de gelek pirsgirêk rastîn jiya û di hilbijartinên xwecih ên dawîn de encamên baş bi destnexist, aloziyên aborî jî hene û guhertinên navneteweyî û pergaleke nû ya pirqutubî tê avakirin ji ber wê dixwaze siyseta xwe biguhere û têkilî bi dewletan re ava bike.

El Elî wiha domand: "Ji bo Tirkiyeyê, Iraq saktoreke stratejîk e, Erdogan dixwaze li herêmên bakurê Iraqê timayên xwe û xewna dewleta Osmanî vejîne."

Bi nêrîna El Elî, şert û mercên navborî, hiştin ku Erdogan serdana Iraqê di vê demê de bike, ji bo ku destkeftiyên siyasî, aborî û ewlehiyê bi dest bixe û îmaja partiya xwe di hundirê Tirkiyeyê de piştî binkeftina dawîn di hilbijartinan de baş bike.

El Elî bal kişand ser xaleke girîng a serdanê û got: "Tirkiyeyê xwest cihê xwe li ser Rêya Geşepêdanê bigire ku Iraqê pêşniyar kiriye. Ev rê li ser asta tevgera bazirganiyê ya cîhanê û saktora enerjiyê gelek girîng e û qezenca wê baş e. Heta di aliyê jeosiyasî de jî gelek girîng e ji bo Tirkiyeyê."

El Elî wiha berdewam kir: "Tenê maye Iraq bi Tirkiyeyê re li ser siyasetên avê lihev bike. Ji xwe li ser asta aboriyê, Tirkiye di danûstandinên bazirganî li gel Iraqê de di radeya yekemîn de ye."

Der barê dosyaya PKK`ê de El Elî wiha anî ziman: "Ev mijareke tirkî ye. Hebûna partiyê li Qendîlê û bakurê Iraqê têkildarî kar û barên Tirkiyeyê. Divê Enqere vê mijarê ji kokê vey an jî hêdî hêdî çareser bike. Divê bi aliyên dijberê hikumeta Tirkiyeyê jî, lihev bike."

Bi nêrîna El Elî, Tirkiye dosyaya PKK`ê bi kar tîne ji bo ku hebûna xwe ya li bakurê Iraqê rewa bike, bi taybet kembera ewlehiyê ya bi kûrahiya 30-40 kîlometreyan ku jê sûdê bigire û hebûna xwe li wan herêman fermî bike.

El Elî di dawiyê de got: "Ne ji berjewendiya Iraqê ye ku li dijberî her aliyekê bisekine. Pirsgirêk di navbera hikumetên herêmî de hene divê di aliyê hundirîn de ji aliyê wan hikumetan ve bê çareserkirin. Ez bawer im ku di serdanê de hin xalên hevbeş hene. Dibe ku her du alî tawîzan bidin. Lê hêvî dikin ku hikumeta Iraqê li ser hesabê serdestiya welêt, tawîzan nede."

(şx)

ANHA