Hesinkarê biçûk bermahiyên hesin dike lîstokên zarokan

Hesinkarê biçûk ê ji Şedadê pîşeya hesinkariyê veguherand asteke nû ya huner û afirîneriyê. Ji bermahiyên hesin lîstokên zarokan çêdike.

30 nîsan, 2024   09:29
HESEKÊ
XIDIR FEYAD

Zarokê bi navê Elî El Esaf ê ji navçeya Şedadê ya başûrê kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîşeya hesinkariyê ji bav û apê xwe wergirt. Lê bi saya hezkirin ji vî karî re behreya xwe bi pêş xist û lîstokên zarokan çêdike. Hesinkar Elî El Esaf berhemên hesin bi hostetî ji nû ve çêdike û jê lîstokên zarokan çêdike û dilên zarokan kêfxweş dike.

Hesinkar El Esaf dibêje dema ew bi bav û apê xwe re dixebitî ev pîşe wergirtiye û wiha dewam kir: "Min destpêkê li erebe û basan dinêrî. Piştre min modele biçûk ji wan çêkir."

El Esaf di karê xwe de gelek astengiyan dikişîne; ji wan jî kêmbûna alav û madeyan, lê ev astengî li pêş wî nebûn bend ku kêfxweşiyê bixe dilên zarokan.

El Esaf destnîşan kir ku çêkirina van lîstokan baldariyeke mezin divê, ji wê zêdetir jî lêçûneke madî divê.

Hesinkar Elî El Esaf wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê behreyên ciwan bê piştgirîkirin, derfet bên peydakirin û zarokên li gel wan hezkiriya pîşeyan heye werin teşwîqkirin."

(fr)

ANHA