Li Dirbêsiyê cenazeyê jinekê hate dîtin

Li navçeya Dirbêsiyê cenazeyê jinekê di mala wê de hate dîtin. Li ser stûyê wê şûnên amûrên bira hene.

Li Dirbêsiyê cenazeyê jinekê hate dîtin
30 nîsan 2024   13:07
HESEKÊ

Duh êvarê di mitbaxa malekê li Dirbesiyê de cenazeyê jinekê hate dîtin. Li gorî şahidan, li ser stûyê wê şûnên amûreke bira hene û hatiye qetilkirin.

Agahiyên dîtir der jêkirinê bûyerê de nehatin bidestxistin. 

Her wiha Nivîsgeha Sûcên Birêxistinkirî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî bûyerê dest bi lêpirsînê kir.

(şx)

ANHA