Wêjeya Zarokan rojeva roja sêyemîn a Hefteya Wêjeyê bû

Beşdarên Hefteya Wêjeyê di semînerê de li ser girîngiya Wêjeya Zarokan, taybetmendiyên wê û naverokên wê nîqaş kir.

30 nîsan, 2024   08:08
QAMIŞLO

Hefteya Wêjeyê ya ku Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Hotêla Êndîwar a bajarê Dêrikê li dar xistiye didome.

Di roja sêyemîn a Hefteya Wêjeyê de Wêjeya Zarokan bi rêya semînerekê bi navê "Wêjeya Zarokan: têgih, destpêk, taybetmendî û navberokên wê" hat nîqaşkirin. Semîner ji aliyê nivîskar û mamosteyê zimanê Kurdî Menhel Xelef ve hat dayîn.

Xelef behsa girîngiya mijarê û girtina encaman kir û destnîşan kir ku pêwîst e nivîskar, malbat, civak û saziyên rewşenbîrî yên fermî bi hev re alîkar bin, ji ber ku ev mijar roleke sereke di avakirina kesayeta saxlem a zarokan de dilîze.

Her wiha, Xelef bal kişand ser qonaxên dîrokê yên pêşketina Wêjeya Zarokan li cem gelan û got: "Yekemîn berhemên wêjeyî yên vê cûreyê berî bi sedan sal li cem gelê Hindistan hebû, piştre pirtûka 'Kilîle Wedumne' bû. Piştre wêje bi awayekî taybet û li gorî têgiha li Ewropayê pêş ket. Gelê Kurd jî di vê wêjeyê de xwedî dîrok e wek ferhenga 'Nûbihara Zarokan' a Ehmedê Xanê."

Xelef behsa cureyên wêjeya zarokan kir; (pirtûk, çapemenî (kovar), radyo, çîrok, televîzyon, ferhengên biçûk û wêne, şano û sînema) û got: "Ev hemû ji bo heman erkî ne, ew jî pêşxistina behre û derfetên fikrî yên zarokan û xurtkirina wan di aliyê exlaqî, ruhî û civakî de ye."

Beşdaran teqezî bi girîngiya pêşxistina Wêjeya Zarokan da. Ew jî bi rêya teşwîqkirina zarokan ji bo xwendinê, vekirina saziyên çandî û perwerdeyî, vekirina çapxaneyên taybet ji bo Wêjeya Zarokan û xwendina wê di zanîngehan de.

Di dawiyê de helbestên şoreşgerî bi zimanê Kurdî û Erebî hatin xwendin.

Sibe bi sernavê ˊWêjeya Zarokan Astengî û Zehmetîˊ panelek tê dayîn û çîrok tên xwendin.

(mh)

ANHA