Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê serjimêrî tê kirin

Di çarçoveya amadekariyên hilbijartinên şaredariyan ku dê 30’ê Gulanê pêk werin de, li Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê serjimêrî tê kirin.

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê serjimêrî tê kirin
Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê serjimêrî tê kirin
Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê serjimêrî tê kirin
29 nîsan 2024   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Amadekariyên hilbijartinên şaredariyan ên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê didomin. Li aliyekê partî û rêxistinên dixwazin tevlî hilbijartinan bibin, namzetên xwe diyar dikin, li aliyekê din karûbarên  wekî diyarkirina hejmara hilbijêran, avakirina lijneyên hilbijartinan ên kanton û bajaran, derxistina qanûna dabeşkirina îdarî û hwd. tên meşandin.

Di sala 2022- 2023’yan de li herêmê serjimêrî hatibû kirin, lê ji bo diyarkirina hejmara hilbijêran serjimêrî tê nûkirin. 

Daîreya Plansazî û Amaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk demek beriya niha ji hemû meclisên kanton û bajaran re nîsek şandibû û xwestibû ku hejmara dawî ya şêniyan diyar kirin.

Di vê çarçoveyê de li tevahiya herêmê bi riya komîn û meclisan serjimêrî tê kirin. Tê plankirin ku di çend rojên pêş de ev xebat bidawî bibe.

Bi diyarkirina hejmara nû ya şêniyên herêmê re, wê hejmara hilbijêrên ku dê roja 30’ê Gulanê karibin deng bikar bînin jî zelal bibe.