Rêveberiya Xweser niştecihên kampa Holê perwerde dike

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo sivikkirina tundrawiya malbatên DAIŞ'ê û rê li ber belavbûna fikrê wan di nav kampan de bigire, di nava hewldanan de ye. Ev hewldan jî berdewama xebatên leşkerî yên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên têkoşîna dijî DAIŞ'ê ne.

Rêveberiya Xweser niştecihên kampa Holê perwerde dike
Rêveberiya Xweser niştecihên kampa Holê perwerde dike
Rêveberiya Xweser niştecihên kampa Holê perwerde dike
Rêveberiya Xweser niştecihên kampa Holê perwerde dike
Rêveberiya Xweser niştecihên kampa Holê perwerde dike
Rêveberiya Xweser niştecihên kampa Holê perwerde dike
29 nîsan, 2024   05:10
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya saziyên xwe hewldanên mezin li kampa Holê ya ku tê de malbatên DAIŞ'ê hene û li kampa Roj pêk tîne.

Rêveberiya Kampan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo jinûve rehabilitekirina wan malbatan li nava civakê, bidawîkirina tundrawiya wan û dûrxistina zarokan ji wî fikrî, dixebite.

Li kampa Holê ku kampa herî metirsîdar a cîhanê ye hejmara herî mezin a malbatên DAIŞ'ê heye. Rêveberiya kampê beşek mezin ji îmkanên xwe xistiye jinûve rehabilitekirina wan malbatan. Her wiha rêveberiyê, komele, rêxistinên herêmî û navneteweyî jî xistiye nava wê armancê.

Hevserokê rêveberiya kampa Holê Xorşîd Qiro destnîşan kir ku ew tevî hemû hevkarên xwe ji rêxistin, komeleyên herêmê û navneteweyî hewl didin rê li ber belavbûna tundrawiyê bigirin.

Der barê wê de Qiro wiha got: "Komeleyên girêdayî Rêveberiya Xweser bernameyên jinûve rehabilitekirina niştecihên kampê dikin. Em hewl didin komeleyên herêmî û rêxistinên navneteweyî jî ber bi wê yekê ve bikişînin. Ev jî beşeke biçûk e. pêdivî bi hewldanên mezin ên dewlet û NYˊyê heye. Divê lihevkirineke navneteweyî û herêmî li ser jinûve rehabilitekirina niştechên kampê hebe, da ku fikra DAIŞˊê ya li kampê têk bibin."

Qiro diyar kir ku tevî gefên rojane dîsa jî hewl didin zarokan û jinan rêxistin bikin û fikrê tundraw ji serê wan rakin.

Ji saziyên ku jinûve li ser rêxistinkirina malbatên kampa Holê dixebitin Meclisa Jinan a  Sûriyeyê ye. Ew hewl didin hemû jin û zarokên kampê derveyî beşa malbatên biyanî ji nû ve rehabilite bike. Meclis bi rêya semîner, derûnînasî û perwerdeyên pîşeyî hewl dide jinan ji fikrê tundraw bi dûr bixe.

Rêvebera Komîteya Kampan a Meclisa Jinan a Sûriyeyê û rêvebera programên hişyarkirin û rehabilitekirina jin û zarokên kampa Holê Cîhan Hemze axivî û wiha got: "Em di kampê de çalakiyên cihêreng û perwerdeyên rêxistinkirinê û yên pîşeyan li dar dixin da ku em wan ji rewşa derûnî ya xerab bi dûr bixin û fikrê tundraw ê ku wan girtiye jî rakin."

Girêdayî wê, Cîhan Hemze wiha domand: "Gelek gefên kuştinê li me tên xwarin. Li kêlek wê jî kona ku em tê de dixebitin dişewitînin. Her wiha jinên perwerde û bernameyên hişyarkirinê bi rê ve dibin di gefxwarinan re derbas dibin. "

Qiro diyar kir ku jinên DAIŞ'ê hewl didin wê tundrawiyê di zarokan de bi rêya (dersên şerîetê) biçînin û nûçeyên agahiyên nerast li nav kampê li ser programên rêxistinkirinê belav dikin. Her wiha hin jin û zarok kesên ,ji programên rêxistinkirinê sûd wergirin gefan li wan dixwin û hedef digirin.

(mh)

ANHA