1`ê Gulanê li Tirbsepiyê hate pîrozkirin

Li Tirbespiyê ya kantona Cizîrê bi boneya 1`ê Gulanê şahiyek hate lidarxistin. Di şahiyê de teqezî bi girîngiya karkeran ji bo avakirina civakan hate kirin.

1 gulan, 2024   15:50
QAMIŞLO

Bi boneya 1’ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran a Cîhanê, Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyeyê şahiyek li parêzgeha Bendava Mizgeft a Tirbespiyê li dar xist. Endamên partiyê û pêkhateyên bajêr tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de endamê nivîsgeha siyasî ya Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyeyê Mihemed Salih Ebdo axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Ebdo got rola karkeran di avakirina civakan û pêşxistina wan de gelekî girîng e.

Her wiha Ebdo diyar kir ku li herêmê di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, demokrasî û wekhevî belav e.

Seroka Nivîsgeha Jinan a Partiya Çapgir a Kurd li Sûriyeyê Rûcîn Mihemed axivî û ev roj li karkeran û jinan pîroz kir.

Di şahiyê de koma Saykova a Ermenî berhemên xwe pêşandan. Di dawiya şahiyê de hunermend Lawîn Seîd stran gotin û beşdaran govend gerand.

(şx)

ANHA