Sersaxî ji malbata şehîd Deştî re hat xwestin

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê sersaxî da malbata şehîdê HRE’yê Deştî.

1 gulan, 2024   15:16
HELEB

Şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Deştî (Arif Reşkîlo) di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû. 

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê li pêşiya mala malbata şehîd Deştî konê sersaxiyê veda.

Di merasîma sersaxiyê de bi navê Meclisa Taxa Şehîd Gelhat endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Elî Mistefa û bi navê Komîna Jinan a Şehîd Şîlan Kobanê endama rêveberiya komînê Mîtan Mistefa axivîn.

Her duyan fedakariyên şehîdan silav kirin û soz da ku rêya şehîd Deştî berdewam bikin heta ku welatekî demokratîk, azad û pirreng tê bidestxistin.

Her wiha diyar kirin ku dijminên gelê Kurd hewl didin destkeftiyên şehîdan têk bibin û destnîşan kirin ku gel dê her tim şopdarên rêya şehîdan bin û êrişên dijminan têk bibin.

Merasîm bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(şx)

ANHA