Li Heleb û Şamê 1'ê Gulanê hat pîrozkirin

Di şahiyên 1'ê Gulanê yên Heleb û Şamê de têkoşîna karkeran li dijî pergalên zordest hat silavkirin

1 gulan, 2024   22:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya Roja Karkeran a Cîhanê (1'ê Gulanê) Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li herêma Şiqeyêf a bakurê taxa Şêxmeqsûd a Helebê li hola Star Layt şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û şêniyên Helebê beşdar bûn.

Di serî de rêvebera TEV-DEM'ê Kilara Adsa li ser komkujiya li dijî karkeran a li Taksimê axivî û got: "Rola karkeran di misogerkirina mayîndekirina jiyanê de mezin e, her wiha rola wan di belavkirina aştî, edalet û wekheviyê de heye."

Cîgira hevseroketiya Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Esmehan Casim destnîşan kir ku bi îrade û îsrarê armanc tên pêkanîn û got: "Pêwîst e em rê nedin koledaran ku şoreşa gelan a ku bi saya keda karkeran hatiye lidarxistin, kontrol bikin."

Di şahiyê de karkerên şaredariyê û endamên komîteyên wê hatin xelatkirin.

Piştre koma Şehîd Serhed a govendê govend pêşkêş kirin û koma Çiyayê Hawarê û hunermendên din stran gotin.

Li Şamê, Meclisa Gel a Şamê bi beşdariya bi dehan şêniyên taxa Zorava daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdurehman Ferhan ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de 1'ê Gulanê li hemû karker û kedkaran û li Rêber Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

Her wiha di dawiya daxuyaniyê de meclisê got ew bi hêvî ye aştî, edalet û aramî li seranserî Sûriyeyê pêk were û Sûriyeya demokratîk û nenavendî ava be.

(mh)

ANHA