Rojnameyên erebî: Qibris li hember penaberên ji Lubnanê tên tedbîran digire

Rojnameyên erebî vê sibê di weşanên xwe de behsa aloziya penaberan a li Ewropayê, aloziya nû ya di navbera Tirkiye û Fransayê de û dan û standinên di navbera Hemas û Îsraîlê de kir.

Rojnameyên erebî: Qibris li hember penaberên ji Lubnanê tên tedbîran digire
1 gulan, 2024   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb El Londoniye têkildarî aloziya penaberan a li Ewropayê nûçeyek bi sernavê "YE plan dike piştgiriya Lubnanê bike, ji bo ku rê li pêşiya penaberên ji Lubnanê diçin Qibrisê bigire" weşand.

Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kir ku Yekitiya Ewropayê (NY) plan dike aloziya penaberan çareser bike, ji ber wê seroka Komîseriya Biilind a Ewropayê Ursula von der Leyen û serokê Qibrisê (aliyê Rûman) Nikos Christodoulides pêncşemê serdana Beyrûtê kir.

Rojnameyê destnîşan kir ku endama YE`yê Qibris, ji mijara penaberan bi fikar e, ji ber ku hejmara penaberên sûriyeyî yên bi rêya deryayê diçin Qibrisê gelekî zêde bûye.

Li gorî rojnameyê li Lubnanê ku bi 185 kîlometreyan ji Qibrisê dûr e, bi sed hezaran penaberên sûriyeyî hene, ji ber wê Qibris fişarê li YE`yê dike ku alîkariyan ji Lubnanê re pêşkêş bike da ku rê li ber vê aloziyê bigire, mîna ku bi Misir, Tirkiye, Tunisê re kiriye.

‘ALOZIYA NÛ YA DI NAVBERA TIRKIYE Û FRANSAYÊ DE; QIRKIRINA ASÛR-KELDANAN’

Rojnameya Şerq El Ewsat di nûçeya xwe de bal kişand ser aloziyeke nû di navbera Tirkiye û Fransayê de ku Komeleya Nîştimanî ya Fransayê bang li hikumetê dike ku "komkujiyên ku Osmaniyan di salên 1915- 1918``an de li dijî Asûr-Keldanan kirine, nas bike.”

Rojnameyê diyar kir ku vê biryarê Tirkiye aciz kiriye. Her wiha rojnameyê îşaret pê kir ku di navbera Tirkiye û Fransayê de gelek dosyayên nakok hene ku dem bi dem rageşiya di navbera wan de zêde dikin; naskirina komkujiya Ermenan ku sala 1918`an li rojhilatê Anatolyayê bi destê Osmaniyan rû daye, endamtiya Tirkiyeyê di YE`yê de red kir, li rojhilatê Deryaya Spî di helwesta wê ya li dijî Tirkiyeyê de piştgiriya Yewnanistanê kir, her wiha piştgiriya Ermenistanê di şerê wê yê li gel Azerbeycanê de li Qerebaxê kir û gelek dosyayên din hene.

‘HEMASÊ ŞERTÊN XWE JI BO ERÊKIRINA LIHEVKIRINÊ AŞKERA KIRIN’

Rojnameya El Erebî El Cedîd têkildarî pêşveçûna dan û standinên di navbera Hemas û Îsraîlê de nûçeyek parve kir. Rojnameyê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên ji Hemasê, diyar kir ku Hemasê ji bo ku pêşniyara nû ya agirbestê erê bike, hin şert danîne.

Rojnameyê di berdewama nûçeya xwe de ev şert aşkera kirin ku divê gotina dawîn li benda vekişîna Îsraîlê û vegera penaberan be û divê Îsraîl vegera leşkeran jî qebûl bike, divê mîsogeriyên din jî ji bo agirbestê bide.

Lê rojnameyê cih da daxuyaniya rêveberekî Hemasê ku tiştên li ser medyaya Îsraîlê hatine belavkirin, derewandin û Hemasê di civînên li Qahîreyê de dev ji şerta agirbesta daîm bernedaye û qebûl nekiriye ji Xezayê vekişe.

(şx)