30 penaberên Sûriyeyî bi darê zorê ji Tirkiyeyê hatin derxistin

Di çarçoveya bicihkirina penaberên Sûriyeyî li deverên dagirkirî yên Sûriyeyê de, dewleta Tirk a dagirker 30 penaberên Sûriyeyî bi darê zorê ji Tirkiyeyê ber bi herêmên dagirkirî ve şandin.

30 penaberên Sûriyeyî bi darê zorê ji Tirkiyeyê hatin derxistin
1 gulan, 2024   19:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya bicihkirina penaberên Sûriyeyî li herêmên ji hêla dewlet Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin dagirkirin, dewleta Tirk 30 penaberên Sûriyeyî di rêya Bab El Selame re şandin Ezazê. Bajarê Ezazê di 2017ˊan de ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin.

Ew panber ji xelkê Rîf Şam, Idlib û Tedmurê ne. Lê ruxmî nasnameya tirkî bi wan re ye, dîsa jî ew bi darê zorê ji Tirkiyeyê hatin derxistin.

Dewleta Tirk a dagirker bi navê "vegera dilxwazî" demografiya herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê diguherîne.

(mh)

(أم)