Rojnamevan Silêman Ehmed li ku ye?

Rojnamevan Silêman Ehmed 190 roj e ji alîyê PDK’ê ve hatiyê revandiye û rê nade parêzer wî bibînin.

Rojnamevan Silêman Ehmed li ku ye?
1 gulan, 2024   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan û edîtorê beşa erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed ev 190 roj e ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyekê îdia kiribû ku revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniyê ye’ û bi aşkera gefa cezakirinê li Ehmed xwar û îtiraf kirin ku ew revandine.

Parêzerê Silêman Ehmed, Narîman Ehmed Reşîd ji ajansa me re gotibû: "Me 2 caran serî li Dadgeha Dihokê kir û 2 caran jî dadger biryara daxwaznameya me ya hevdîtina Silêman Ehmed da. Lê Asayîşê ev biryar jî binpê kir. Li gorî qanûna darazê ya Iraqê madeya 40’an divê her aliyek li gorî biryara dadger bimeşe. Lê Asayîşê rê neda em Silêman Ehmed bibînin û bibin wekîlê wî."

Her wiha parêzer destnîşan kiribû ku tawanên li dijî Silêman ne rast in û gotibû: "Silêman bi awayekî fermî derbasî Rojava bibû û fermî ji wir vegeriya bû. Di heman demê de belgeyên wî yên fermî yên bicihbûna li Başûrê Kurdistanê hene û tu pirsgirêkên wî yên qanûnî tune ne."

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di 29’ê Çileyê de bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku revandina rojnamevan Silêman Ehmed ne yasayî ye û bang li PDK`ê kir ku demildest wî serbest berdin.

Rojnameger Silêman Ehmed di 1’ê Cotmehê de ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsud a Helebê. Silêman Ehmed, di 25’ê Cotmehê de xwest di deriyê Sêmalkayê re derbasî Başûrê Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 189roj e agahî jê nayên girtin.