HRE’yê bilançoya êrişên meha Nîsanê eşkere kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha nîsanê de 91 caran êrişî 37 deverên Efrîn-Şehbayê kirin.

HRE’yê bilançoya êrişên meha Nîsanê eşkere kir
1 gulan, 2024   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku di meha nîsanê de li ser herêma Efrîn -Şehbayê pêk anîne, eşkere kir. 

Li gorî bîlançoyê dagirkeran di navbera 1 û 30’ê Nîsana 2024’an de 91 caran êrişî 37 deverên Kantona Efrîn û Şehbayê kirin.

Di bîlançoyê de hat destnîşankirin ku êriş bi, topên obus û hawanan, tang, bombe avêj, balafirên bê mirov û biçek, balafirên bê mirov ên întîxarî, B7 û fuzeyan pêk hatine. Di encama êrişan de windahiyên canî çênebûne, lê ziyana madî pêk hatiye.