Nexşeya îdarî ya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê hat nûkirin-HAT NÛKIRIN

Li gorî Qanûna Dabeşkirina Îdarî ku duh hat erêkirin, Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê wekî 6 bajarên mezin, 40 bajar û 105 bajarokan hat dabeşkirin.

Nexşeya îdarî ya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê hat nûkirin-HAT NÛKIRIN
1 gulan, 2024   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Qanûna Dabeşkirina Îdarî ya Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê duh (30 Nîsan 2024) di rûniştina 98'an a Meclisa Gelan de hat erêkirin. 

Di qanûnê de pênaseya kanton, bajar, bajarok, gund û mezraa ji nû ve hat kirin û hejmara van jiyangehan hat diyarkirin.

Di qanûnê de têkiladîrî nexşeya îdarî ya herêmê, gelek guhertinên nû hatine çêkirin.

Hejmar û navên kantonan wekî ku di Hevpeymana Civakî de hatine diyarkirin, di qanûnê de hatiye bicîhkirin.

Li gorî qanûnê, Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ji kantonên Cizîr, Dêrazor, Reqa, Tebqa, Firat, Minbic û Efrîn-Şehba pêk tê.

Heta niha jiyangehên li herêmê wekî bajar, navçe, bajarok, mezraa û gund dihatin pênasekirin. Lê di qanûnê de pênaseya navçeyê hatiye rakirin, bajarê mezin hatiye zêdekirin. Yanî di dabeşkirina nû de bajarên mezin hene, navçe nîn in.   

151 BAJARÊN MEZIN, BAJAR Û BAJAROK

Li gorî qanûnê Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê wekî 6 bajarên mezin, 40 bajar û 105 bajarokan hat dabeşkirin. Jiyangehên ku hejmara şêniyên wê di bin 100’î de be, wekî mezraa, ji 101 heta 5 hezarî wekî gund, ji 5 hezarî heta 35 hezarî wekî bajarok, ji 35 hezar heta 200 hezarî wekî bajar, ji 200 hezar zêdetir jî wekî bajarê mezin hatine pênasekirin.

Li kantona Cizîrê bajarên Qamişlo û Hesekê, li Kantona Reqayê bajarê Reqa, li Kantona Firatê bajarê Kobanê, li Kantona Minbicê bajarê Minbic û li Kantona Efrîn û Şehbayê jî Efrîn wekî bajarên mezin hatine pênasekirin.

Li gorî qanûnê hejmara bajar û bajorakan ên kantonan jî wiha ye:

Kantona Cizîrê: 15 bajar, 40 bajarok,

Kantona Dêrazorê: 5 bajar, 21 bajarok

Kantona Reqayê: 3 bajar, 14 bajarok

Kantona Firatê: 5 bajar, 10 bajarok

Kantona Minbicê: 2 bajar, 5 bajarok

Kantona Efrîn û Şehbayê: 7 bajar, 9 bajarok

Kantona Tebqayê: 3 bajar, 6 bajarok

NAVÊN BAJAR Û BAJAROKAN

KANTONA CIZÎRÊ

BAJAR: Dêrik, Girkê Legê, Tibespiyê, Çilaxa, Til Hemîs, Ebû Cirin, Amûdê, Hedadiyê, Şedadê, Ebdan, Til Temir, Mergede, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Zirgan.

BAJAROK: Abrê, Kêşkê, Erûr, Mistefawiyê, Tenûriyê, Êndîwar, Girê Şêra, Xanaserê, Til Koçer, Hîlwe, Ebû Firi, Maşûq, Til Ehmed, Girê Fatê, Xirbet El Bîr, Çaxirbazar, Tobiz, Sinciq Sadûn, Til Beyder, Sefiya, Semîhan, Xerbî, Til El Hemdî, El Esêbix, Hol, Tiwênê, Um Hicêra, Buheyret, El Xatûniyê, Erîşa, Çiyayê Kizwan, Til Emîr, Til Kerem(Sêgir), Qêrewan, Xas, Girbawî, Ceza, Ukaz, Til Mecdel, Til Birak.

KANTONA DÊRAZOR

BAJAR: Kîsra, Cezrat, Siwer, Besîra, Hecîn.

BAJAROK: Seiwe, El Hermoşiye, Bisêtîn, Herêciye, Sebhe, Ebû Xeşeb, Muwêlih, Cinêniyê, El Kuber, Mihêmîdiyê, El-Hîsan, Cidêd Igêdat, Şihêl, Zîban, El-Teyane, El-Şeife, El-Kişkiyê, Ebû Hemam, Sose, Baxoz, Xeranîc.

KANTONA REQA

BAJAR: Kerame, Hewes, Hezîme.

BAJAROK: Esediyê, El Ekrêşî, Ritle, Selhebiye, Gedîran, Hikumiye, Reqa Semra, Qehtaniye, Cidêdat, El-galta, Tişrîn, Merzaa El-Reşîd, Hemrat, Kîsrat.

KANTONA FIRAT

BAJAR: Sirîn, Qenaya, Qadiriye, Eyn Îsa, Girê Spî.

BAJAROK: Şêran, Til Xezal, Remale, Bênder, Çelebiye, Taşlûk, Curin, Hîşe, Silûk, Belek.

KANTONA MINBIC

BAJAR: Ebû Qelqel, Muhtereq

BAJAROK: El-Heyyê, El-Farat, Til Hozan, Yasitî, Erîma.

KANTONA EFRÎN Û ŞEHBA

BAJAR: Raco, Cindirêsê, Mabeta, Şera, Şiyê, Şehba, Til Rifet.

BAJAROK: Şêrawa, Meydankê, Meydana, Beidîna, Bilbilê, Ehrezê, Fafîn, Ehdas, Kefernaya.

KANTONA TEBQA

BAJAR: Tebqa, Mensûra, Curniye

BAJAROK: Siwêdiyê, Sefsafe, Semsedîn, El-Bo Asî, Hemam, El-Mehmûdlî.

Li gorî benda 1 a madeya 4’an a qanûnê, yekîneyên îdarî yên jiyangehan wê bi biryara meclîsên gelan ên kantonan nav li jiyangehan bikin, sînorên wan diyar bikin.