Li Reqayê 5 çete hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê şaneyeke çeteyan ku ji 5 kesan pêk tê, girt.

Li Reqayê 5 çete hatin girtin
Li Reqayê 5 çete hatin girtin
Li Reqayê 5 çete hatin girtin
Li Reqayê 5 çete hatin girtin
1 gulan, 2024   15:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 29’ê Nîsanê operasyoneke bibandor li Reqayê li dar xistine. Di daxuyaniyê de hate gotin, di encama operasyonê de şaneyeke terorîst a ji 5 kesan pêk tê, hat girtin û miqdarke çek desteser kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew şane berpirsa qetilkirin û hedefkirina sivîl û leşkeran bû.

Li gorî daxuyaniyê, çek û alavên hatine desteserkirin ev in:

3 kalaşînkof, 3 demançeyê 9 mm, 3 bombeyên destan, 1 rext, 13 cercûrên kalaşînkofan, 328 guleyên kalaşînkofan, 4 rawter, 2 sêlên înternetê, 2 cîhazên belavkirina înternêtê, 15 telefonên destan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî lêpirsîn bi dawî bibe, dê îfedayên endamên şaneyê werin belavkirin.

(bb)