Li zanîngeheke Misirê têkildarî Rêber Ocalan û 3 rêberên din tezek hate amadekirin 

Hejmareke xwendekarên Zanîngeha Damenhûr a Misirê, der barê rêberên rizgariya nîştimanî yên di dîroka modern de, lêkolîneke bi navê "Dadgeha Dîrokê" amade kir.

Li zanîngeheke Misirê têkildarî Rêber Ocalan û 3 rêberên din tezek hate amadekirin 
Li zanîngeheke Misirê têkildarî Rêber Ocalan û 3 rêberên din tezek hate amadekirin 
1 gulan, 2024   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

23 xwendekarên Beşa Dîrokê ya Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Damenhûrê ya Misirê ya parzêgeha Behîrayê, lêkolîna xwe ya bi navê "Dadgeha Dîrokê" bi dawî kir. Xwendekaran di lêkolîna xwe de cih da 4 rêberên rizgariya nîştîmanî yên di dîroka modern de.

Lêkolîn der barê têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan, Nelson Mandela, fermandarê şoreşa Lîbyayê Omer El Muxtar û rêberê siyasî yê filistînî Yasir Erefat de ye.

Lêkolîn li pêşberî xwendekar û profesorên zanîngehê hate gotûbêjkirin. Di lêkolînê de bal kişandin ser dîroka têkoşîna her çar rêberan, ramanên wan û rola wan li hemberî zordestan.

Lêkolîn li ser malperên medya dîjîtal jî hate belavkirin û li ser X’ê bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin.

(şx)

ANHA