Bi coşeke mezin 1ˊê Gulanê li kantona Firatê hat pîrozkirin

Bi boneya Roja Kedkaran a Cîhanê li kantona Firatê şahî hat lidarxistin. Di şahiyê de soza bilindkirina têkoşînê hat dayîn.

1 gulan, 2024   20:07
KOBANÊ

1`ê Gulanê bi coşeke mezin û bi amadebûna bi sedan kesan li Qada Şehîd Egîd a Kobanê hat lidarxistin. Bi diruşma "Em ê bi hêza karkeran neteweya Demokratîk ava bikin, ji Rêber Apo re azadî` şahî hat lidarxistin.

Di şahiyê de hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kantona Firatê Enwer Muslim axivî û diyar kir ku heta niha li gelek deverên cîhanê hîna karker wek kole tê dîtin, divê li hemberî wê yekê serî bê hildan û got: "Beriya bi sedan salan ji bo wekhevî û edaletê bi hezaran karker daketin qadan. Hîna jî têkoşîna wan li gelek deverên cîhanê berdewam e û hîna mafên wan tên xwarin."

Muslim di dawiyê de got: "Em jî li kantona Firatê em ê heta dawiyê ji bo parastina maf û keda wan tê bikoşin."

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Bedîa Miho 1ˊê Gulanê li Rêber Abdullah Ocalan û karkeran pîroz kir û wiha got: " PKKˊê di nava mercên herî zehmet de berxwedaneke bêhempa raber dikin. Ew berxwedan li her çar parçeyê Kurdsitanê tê meşandin. Lê dijmin her hewl didin ku wan karkerên azadiyê tune bikin. Lê em ê bi fikra Rêber Apo serkeftinê misoger bikin."

Di dawiyê de gelek stranên hunerî hatin pêşkêşkirin û dîlan hat gerandin.

)sş)

ANHA