Li Pakistanê ji ber baranê 17 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Pakistanê ji ber barîna barana bihêz ku 3 rojin dewam dike, 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Pakistanê ji ber baranê 17 kesan jiyana xwe ji dest dan
30 nîsan, 2024   14:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa fermî ya Pakistanê, Associated Press Of Pakistan (APP) li hinek herêmên eyaleta Hayber-Pahtunhva, ji ber barîna barana bihêz 116 mal xirab bûne û hinek rê jî li çûyîn û hatinê girtin.

Heman çavkaniyê ragihand ku ji ber barîna barana bihêz ku 3 rojin dewam dike, 5 jê zarok 17 kesan jiyana xwe ji dest dane û 23 kes jî birîndar bûne.

Herwiha hate gotin ku 148 sewal jî telef bûne. Tê gotin xebatên ji bo alîkariyê dewam dikin û rêyên hatine girtin jî têne vekirin.