Helbestvan Foziye El Mirî hat bibîranîn

Helbestvan Foziye El Mirî li kantona Reqa ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çilrojiya wefata wê de hat bibîranîn.

Helbestvan Foziye El Mirî hat bibîranîn
Helbestvan Foziye El Mirî hat bibîranîn
Helbestvan Foziye El Mirî hat bibîranîn
Helbestvan Foziye El Mirî hat bibîranîn
Helbestvan Foziye El Mirî hat bibîranîn
Helbestvan Foziye El Mirî hat bibîranîn
28 nîsan, 2024   16:58
REQA

Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqa bi hevkariya Yekitiya Rewşenbîran Reqa ji bo bîranîna helbestvan Fewziye El Mirî merasîmek li dar xist.  Piştî çilrojiya mirina helbestvan merasîm li hola Navenda Çandê ya Reqayê hat lidarxistin.

Di merasîma bîranînê de nûnerên Desteya Çand û Şûnwaran, Yekitiya Rewşenbîran, Rêxistina Civaka Demokratîk, Meclisa Rêveber a Kantona Reqa, gelek wêjevan, helbestvan û şêwekar beşdar bûn.

Di merasîmê de hevseroka Desteya Çand û Şûnwaran Lîlal Xelîl axivî û got: "Em îro li vir amade ne û dibêjin afirandin namire û ger xwediyên wê bi fîzîkî jî mirin. Ji lew re em bejna xwe li pêş afirîneriya Fewziye El Mirî ditewînin."

Lîlalv wiha domand: "Fewziye ji Reqayê ye û xwedî yekemîn foruma wêjeyê li bajêr e. Heta dawiya jiyana xwe nivîsandin berneda."

Dûre endamê Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê Ebdurehman El Ehmed axivî û got: "Gelek caran mirov nikare bi gotinan hestên xwe derxe. Amadebûna me jî wefedariya ji bo helbestvan Fewziye El Mirî ye."

Di dawiyê de helbestvan Îbrahîm El Metrûd helbesteke Fewziye El Mirî xwend. Her wiha sînevîzyonek li ser jiyana Fewziye El Mirî hat pêşkêşkirin.

(fr)

ANHA