Rewşa wêjeya Kurdî di navbera dahênan û weşanê de

Berhemên wêjeyî yên Kurdî bi deh salan di tarîtiyê de man û nedihatim çapkirin û belavkirin, lê belê îro li qada çanda Kurdî wêjeyeke dirust derdikeve holê. Tevî zehmetî û kêmderfetan dîsa jî ew wêje ber bi rêya xwe ya rast ve ye.

Rewşa wêjeya Kurdî di navbera dahênan û weşanê de
Rewşa wêjeya Kurdî di navbera dahênan û weşanê de
Rewşa wêjeya Kurdî di navbera dahênan û weşanê de
Rewşa wêjeya Kurdî di navbera dahênan û weşanê de
Rewşa wêjeya Kurdî di navbera dahênan û weşanê de
Rewşa wêjeya Kurdî di navbera dahênan û weşanê de
Rewşa wêjeya Kurdî di navbera dahênan û weşanê de
Rewşa wêjeya Kurdî di navbera dahênan û weşanê de
Rewşa wêjeya Kurdî di navbera dahênan û weşanê de
1 gulan, 2024   06:35
QAMIŞLO
XALID ETÊ

Piştî lidarxistina çalakiyên 3ˊyemîn ên Hefteya Wêjeyê ji aliyê Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilayê Sûriyeyê ve li bajarê Hotêla Êndîwarê ya Dêrikê, dozên girêdayî wêjeya Kurdî careke din derketin pêş. Di Hefteya Wêjeyê de girîngiyeke mezin ji bo wêjeyê, asta wê, belavkirin û çapkirina wê hat dayîn.

Ji bo nirxandina rewşa wêjeya Kurdî ji gelek aliyan ve û dozên girêdayî wê, ajansa me nêrînên hin nivîskar û pisporan girtin.

BINDESTÎ Û ÇEWISANDINA ÇAND Û WÊJE

Nivîskar Melevan Resûl li ser rewşa wêjeyê li herêmê got: "Rewş aloz e. Ji ber ku di qonaxeke zehmet re derbas dibe. Sedem jî ew e ku gelê Kurd û gelên din di zehmetiyên wêjeyî û zordestiya wêjeyî re derbas bûn. Di encama wê zordestiyê de gelek qadên jiyanê hatin paşguhkirin nexasim wêje. Bi wê re hebûn û kombûneke çandê û wêjeyê ya aktîf ku bi tevgera çanda gelên din re bimeşe tune ye."

Desthilata li Sûriyeyê jî gelek siyasetên dijberî çanda Kurdî û wêjeya Kurdî bi giştî dan meşandin. Heta nivîsandina bi zimanê Kurdî jî çalakiya siyasî ya dijberî desthilatê dihat hesibandin. Di encama wan siyasetan de gelek nivîskar jî hatin girtin, çapkirina pirtûkên Kurdî hatin qedexekirin û rê li ber vekirina çapxaneyan li herêmê jî hat girtin. Lê belê bi saya Rêveberiya Xweser herêm di aliyê wêjeyî de gelekî geş bû, gelek hatin vekirin wek NEQŞ û Şilêr li kantona Cizîrê û Ava li Kobanê. Ew çapxane pirtûk û berhemên wêjeyî çap dikin.

JIDAYIKBÛNA WÊJEYEKE DIRUST

Der barê qonaxa piştî çewisandina wêjeyî de Resûl wiha domand: "Piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê êdî wêje berz bû û ket rêya rast a ber bi avakirina çand û wêjeyeke durist ve ku pabendî dozên gel be. Piştî zêdetirî 10 salan em niha hemwextî avakirina yekitî û weşanxaneyên wêjeyî, di qonaxeke girîng a pêşketina çandî re derbas dibin."

Nivîskar û berdevka navenda Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Narîman Evdikê destnîşan kir ku di 10 salên dawîn de li pêşiya weşana wêjeya Kurdî gelek astengî derketin. Ji ber ku dozên civakî di serî de doza Kurdî di xwe de dihewandin, ji ber wê jî ew berhemên wêjeyî di tariyê de diman û nedihatin çapkirin.

Narîman Evdikê got: "Di aliyê dahênan, weşann, xwendin û kirîna pirtûkan de herêmê gavên baş avêtin. Tevî ku tecrûbeyeke nû ye û hin kêmasî jî hene. Em nikarin bibêjin ku ev serhildaneke wêjeyî ye, lê belê geşbûneke wêjeyî ye."

Nivîskar, rojnamevan û wergêr Ebas Mûsa li ser rewşa wêjeya Kurdî axivî û wiha got: "Em dibînin ku hemû cûreyên wêjeyî yên zimanê Kurdî bi pêş ketine û bi rewşên şer û krîza li Sûriyeyê bandor bûne. Ji ber wê jî ew hinekî di atmosfera şer de ne."

ERKÊ WÊJEYA KURDÎ Û KRÎZA ÇANDÊ

Melevan Resûl li ser pirsa; gelo wêjeya Kurdî li gorî qada wêjeyî ya gelên cîhanê ye yan na?, wiha bersivand: "Zehmetiyên li Rojhilata Navîn bi giştî hevbeş in. Ji ber ku krîza çandê û rewşenbîran heye. Her wiha civak ji bo ku agahiyan wergirin berê xwe didin gotarên li ser medyaya dîjîtal û ji çand û wêjeya resen a ku xwe dispêrin lêkolînên zanistî bi dûr dikevin."

Narîman Evdikê diyar kir ku wêjeya Kurdî hîn negihiştiye asta ronîkirina civakê û got: "Sedem lewaziya naverokê ye. Li kêlek wê jî nivîskar pênûs û mejiyê xwe bi pêş naxe. Dorpêç, nekarîna beşdarbûna di mîhrîcanên herêmî de û lawaziya girîngiya kesên têkildarî û saziyan jî xwedî bandor in.."

HÊVÎ Û PÊŞNIYAR

Melevan Resûl destnîşan kir ku hêviyên mezin hene û wiha domand: "Ji bo pêşeroja wêjeya Kurdî hêviyên mezin hene. Ji ber ku ciwan girîngiyê didin nivîsandina wêjeyî. Li gel ciwanan enerjiyên mezin hene û em dikarin navê vejînkirina wêjeyî lê bikin."

Ebas Mûsa jî diyar kir ku yek ji gavên pêşxistina rewşa wêjeyê ya herêmê rexnegiriya wêjeyî ye, ji ber pêwîstiya herêmê pê heye û got: "Çalakiyên wêjeyî yên bi beşdariya wêjevan û nivîskaran ji bo pêşxistina asta wêjeyê derfetek e."

Narîman Evdikê diyar kir ku dahênan, weşan û pêşxistina wêjeyê ji dozên sereke ne û got: "Derfetên heyî baş in. Li herêmê weşanxane hene, dikarin wêjeya Kurdî bi serbestî biweşînin. Bi rêya pêşxistina derfetên heyî û girîngîdayîna qada wêjeyî, wêje dê bi pêş bikeve. Dîsa jî ev tecrûbe nû ye, pêşketina di 10 salan de ne tiştekî hêsan e."

(mh)

ANHA