Çinîna kemûn û colbanan dest pê kir

Cotkarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi çinîna berhemên kemûn û colbanan kir.

Çinîna kemûn û colbanan dest pê kir
Çinîna kemûn û colbanan dest pê kir
Çinîna kemûn û colbanan dest pê kir
Çinîna kemûn û colbanan dest pê kir
Çinîna kemûn û colbanan dest pê kir
Çinîna kemûn û colbanan dest pê kir
Çinîna kemûn û colbanan dest pê kir
Çinîna kemûn û colbanan dest pê kir
Çinîna kemûn û colbanan dest pê kir
Çinîna kemûn û colbanan dest pê kir
Çinîna kemûn û colbanan dest pê kir
Çinîna kemûn û colbanan dest pê kir
Çinîna kemûn û colbanan dest pê kir
Çinîna kemûn û colbanan dest pê kir
Çinîna kemûn û colbanan dest pê kir
Çinîna kemûn û colbanan dest pê kir
Çinîna kemûn û colbanan dest pê kir
30 nîsan, 2024   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Berhemên kemûn û colban berî berhemên din wek genim, ceh û nîskan tê çinîn. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî cotkaran berê xwe da çandina wan berheman mîna kemûnan.

Çandina kemûnan yek ji çandiniyên nûjen li herêmê ye. Ev berhem jî di asta duyemîn de piştî genim û ceh e. Ji ber ku nirxê wê biha ye û her kîloyekê nêzî 10 dolar e.

Kemûn bi destan tê çinîn, piştre di komên biçûk de û dûre di komên mezin de tê komkirin û li ber tavê dimîne da ku piştre bi patozê taybet bê veqetandin.

Li kêleka çinîna berhema kemûnê, cotkaran dest bi çinîna colbanan kir û ji peqleyan e.

Der barê vê mijarê de cotkar Ehmed Taimê yê ji gundê Niêmiyê yê başûrê Minbicê ji ajansa me re got: "Di dawiya Nîsanê de dest bi çinîna colbanan tê kirin. Dema tê çinîn, di komên biçûk de û dûre di komînên mezin de tên komkirin. Piştî ziwa yan jî hişk dibe, tenê jê tê veqandin."

Taimê wiha domand: "Ne tenê colban weke êmê pez tê bikaranîn. Lê ji bo erdê sûda wê pir e. Dema erdek bi colbanan hatibe çandin û dûre di mewsima bê de ceh an jî genim li wî erdî were çandin, wê demê berhem gelekî baş dibe."

(mh)

ANHA

til temir

minbic