Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk peyama 1’ê Gulanê da

Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk 1’ê Gulanê li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û diyar kir ku dê bi rihê 1’ê Gulanê destkeftiyên şoreşê biparêzin.

Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk peyama 1’ê Gulanê da
1 gulan, 2024   14:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk peyama 1’ê Gulanê (Roja Karkeran a Cîhanê) weşand.

Di peyamê de, di serî de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 1’ê Gulanê li tevahî beşên civaka Sûriyeyê hat pîrozkirin û hat gotin ev roj mîrasa têkoşîn, fedakarî, hêz, îrade û sekna li hemberî zilm, koletî û kedxwariyê ye.

Di peyamê de îşaret bi berxwedana gelên herêmê ya li hemberî siyasetên şer û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hate kirin û hate gotin: "Gelên herêmê destkeftî û nirxên xwe parastin û bi pêş xistin. Tevahî beşên civakî veguherîn pêkhateya kedkar ku li hemberî alava qirkirin û çewisandinê ya dewleta Tirk a dagirker pêşengiya şoreşa jiyan û rizgariyê dike."

Di dewama peyamê de hate gotin: "Em ê bi rihê 1’ê Gulanê û bi baweriya şopandina xeta şehîdan, nirx û destkeftiyan biparêzin. Em ê têkoşînê geş bikin. Em ê qada rêxistin, deste û komeleyên xwe fireh bikin da ku nûnertiya îradeya tevahî beşên civakî û yên kedkaran bike."

(bb)

ANHA