Li Şehbayê 1`ê Gulanê hate pîrozkirin

Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê bi boneya Cejna Karkeran a Cîhanê û bi dirûşma " Em ê bi hêza karkeran neteweya demokratîk ava bikin, ji Rêber Apo re azadî " şahiyek li dar xist.

Li Şehbayê 1`ê Gulanê hate pîrozkirin
Li Şehbayê 1`ê Gulanê hate pîrozkirin
Li Şehbayê 1`ê Gulanê hate pîrozkirin
Li Şehbayê 1`ê Gulanê hate pîrozkirin
Li Şehbayê 1`ê Gulanê hate pîrozkirin
Li Şehbayê 1`ê Gulanê hate pîrozkirin
Li Şehbayê 1`ê Gulanê hate pîrozkirin
Li Şehbayê 1`ê Gulanê hate pîrozkirin
Li Şehbayê 1`ê Gulanê hate pîrozkirin
Li Şehbayê 1`ê Gulanê hate pîrozkirin
Li Şehbayê 1`ê Gulanê hate pîrozkirin
Li Şehbayê 1`ê Gulanê hate pîrozkirin
Li Şehbayê 1`ê Gulanê hate pîrozkirin
Li Şehbayê 1`ê Gulanê hate pîrozkirin
Li Şehbayê 1`ê Gulanê hate pîrozkirin
Li Şehbayê 1`ê Gulanê hate pîrozkirin
Li Şehbayê 1`ê Gulanê hate pîrozkirin
1 gulan, 2024   18:42
ŞEHBA

Li kantona Efrîn û Şehba bi beşdariya bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û karkeran şahî li kampa Serdem hate lidarxistin.

Qada şahiyê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM û Yekitiya Kedkaran hat xemiladin.

Di şahiyê de hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kontona Efrîn û Şehba Şêrîn Hesen axivî û 1’ê Gulê pîroz kir. Şêrîn Hesen anî ziman ku ev roj di heman demê de roja berxwedan û fedakariyê ye û wiha dom kir: “Kedkar di têkoşîna xwe ya cîhanê de bi ser ketin. Kedkar civak bi xwe ne”.

Endamê Meclisa kantona Efrîn û Şehba Nacî Selemê jî 1’ê Gulanê li Rêber Abdullah Ocalan û kedkaran pîroz kir. Selemê da zanîn ku çîna kedkaran beşa têkoşer û fedakar a civakê ye, lewma sîstema kapîtalîst ji bo ku wan li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne gelek zulm li wan kiriye.

Di şahiyê de Mihemed Weysî, Rozeya Dada, Mecîd Mihemed, Bekircan û koma Şehîd Avesta û Şengal berhemên xwe pêkêş kirin.

Di dawiya şahiyê de, beşdaran govend gerandin.