‘Dîroka mala Barzanî bi xiyanetê dagirtî ye’

Dayik û bavên şehîdan diyar kir ku hêviyek hebû ku mala Barzanî ji xeta xiyanetiyê vegerin, lê ev xiyanet ji dîrokê ve tê.

‘Dîroka mala Barzanî bi xiyanetê dagirtî ye’
‘Dîroka mala Barzanî bi xiyanetê dagirtî ye’
‘Dîroka mala Barzanî bi xiyanetê dagirtî ye’
‘Dîroka mala Barzanî bi xiyanetê dagirtî ye’
1 gulan, 2024   05:35
ŞEHBA

Dayik û bavên şehîdan ên ji Efrînê yên li Şehbayê dimînin, têkildarî hevkariya endamên malbata Barzanî ya li gel dewleta Tirk a dagirker ji ajansa me re axivîn.  

Suriye Hebeş a dayika şehîd Reşîd wiha got: “Ji dema êrişa li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û hildana ala Tirkiyeyê li ser kela Hewlêrê, diyar bû ku mala Barzanî dest ji xiyaneta xwe bernedane. Ji destpêka dîrokê ve xiyanet di xwîna wan de heye. Êdî bila em ji wan re nebêjin Kurd in. Ji ber ku bi ala Tirkiyeyê şerê me dikin.

Suriyeyê bang li tevahî gelê Kurd û bi taybet gelê Başûrê Kurdistanê kir û wiha anî ziman: “Gerîla bi gel heye û gel jî bi gerîla heye. Wê tu carî xiyanet bi ser nekeve. Em bang li tevahî gelê Kurd û bi taybet li gelê Başûrê Kurdistanê dikim ku xwedî li gerîla derkevin û li hemberî xiyaneta mala Barzanî serî hildin.”

LI KURDBÛNA XWE XWEDÎ DERKEVIN

Her wiha Asya Ebdo dayika şehîd Canxort jî wiha got: “Bila mala Barzanî destpêkê xwe bide naskirin. Eger Kurd e yan na? Bi her awayî xiyanetê dikin. Di her kêliyê de nikare bi ala xwe derbasî Tirkiyeyê bibe, lê dihêle li kela Hewlêrê ala Tirkiyeyê hebe. Ka kurdbûna te?”

‘MALA BARZANÎ ASTA XIYANETÊ DERBAS KIRIYE

Her wiha Hesen Berko ê bavê şehîd Şîlan jî diyar kir ku her tişt ji bo mala Barzanî normal tê dîtin, ji rakirina ala Tirk li ser kela Hewlêrê û êrişên li dijî Başûr û wiha got: “Dîroka mala Barzanî bi xiyanetê dagirtî ye. Herî dawî sala çûyî sedsaliya komara Tirk pîroz kirin. Em ji bilî xiyanetê dikarin çi navî li we bikin! We asta xiyanetê derbas kiriye.

Berko wiha destnîşan kir: “Êdî Hewlêr bûye paytextek ji paytextên Tirkiyeyê. Mala Barzanî dilê wan ji xiyanetê têr nebûye. Beriya vê hêviya me hebû ku dest ji xiyanetê berde, lê mala Barzanî ji xeta xiyanetê tu carî venagere.”

ANHA